Li Bîstanê Komûna Jinan şitil hatin çandin

Li Bîstanê Komûna Jinan ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo mezinkirina keda jinan û piştevaniyê daye destpêkirin, bi beşdariya Hevşaredar Serra Bucak, şitilên ji tovên xwemalî hatine hilberandin danîn zikê axê. 20 jinên ku dê ji bîstanî sûd werbigirin, dê pêvajoya hilberînê bi hev re bimeşînin.

Di çarçoveya xebata Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Bîstanê Komûna Jinan de, li bîstanê ku li kampusa Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ya li Talaytepeya navçeya Peyasê hatî amadekirin, xebat dest pê kir. Bi hevkariya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Daîreya Xizmetên Gundewarî, şitilên sewzeyan ên ku ji bo parastin û piştgirîkirina tovên xwemalî hatibûn amadekirin, hatin çandin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer û jinên di yekîneya aboriyê ya daîreyê de dixebitin, beşdarî vê xebata ku armanca wê mezinkirina keda jinan û piştevaniyê ye bûn.

20 Jin dê sûdê jê werbigirin

Di xebatê de pêşî li jinên karkerên çandiniyê yên demsalî hat girtin û 20 jinan dest bi hilberînê kir. Berhemên ku li bîstanê ji aliyê jinan ve bi hev re tên çandin û hilberandin, di dema hilanînê de dê bi rengekî wekhev werin parvekirin.

Avdana ÅŸitilan

Hevşaredar Bucak û jinên pê re şitil çandin û ava ewil (ava jiyanê) dan şitilan. Di çarçoveya xebatê de, li ser 5 donimên qada 10 donimî riwekên nûjdarî û aromatîk, li ser qada mayî jî bacanê sor, îsot û sewzeyên curbecur dê werin hilberandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31