Di çarçoveya "Foruma Aştî û Azadiya Civakî" de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve têt lidarxistin, atolyeya bi navê “Ji Koçberiya Bi Darê Zorê Ber bi Jiyana Hevpar Ve: Li Herêma Kurdistanê Edalet, Veger û Hemahengiya Civakî” hat lidarxistin. Di atolyeyê de polîtîkayên koçberiya bi darê zorê, penaberî, hemahengiya civakî û vegerê hatin nirxandin.
Atolye li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê birêve çû. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Duhokê Elî Teter, akademîsyen Dr. Jiyar Aghapour, Sabrin Hussein Ali, Dileen Serdar Zuhdi û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
‘Kurd gelek e ku ji her kesî bêhtir bi rewşa koçberan fam dike’
Akademîsyen Dr. Jiyar Aghapour behsa ezmûnên Herêma Kurdistanê yên li ser koçberiya bi darê zorê û hemahengiya civakî kir. Aghapour diyar kir ku li Herêma Kurdistanê gelek kesên ji herêmên cuda koçber bûne dijîn û got:
"Li herêma Kurdan ji ber şerê DAÎŞ'ê gelek penaber hene; Rojava, Rojhilat, Êzidî û civakên Ereb jî di nav de ne. Lê belê rêveberiya Kurdistanê bi çavê penaberan li birayên xwe yên Kurd nanêre."
Aghapour destnîşan kir ku Kurd di dîrokê de rastî koçberiya bi darê zorê û sirgûnê hatine, lewma pirsgirêkên koçberan herî baş Kurd fam dikin.
Xoşnav: Mafên mirovan bingeh tê girtin
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav jî bal kişand ser polîtîkayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Xoşnav anî ziman ku piraniya rêveberên herêmê di rabirdûyê de koçberî dîtine û got:
“Hemû endamên Hikûmeta Herêma Kurdistanê demekê neçar mane koç bikin. Lewma rewşa koçberan herî baş ew fam dikin.”
Xoşnav diyar kir ku rêveberiya Kurdistanê her tim mafên mirovan parastiye û ji bo vegera penaberên Kurd a bo welatê wan xebatên xwe didomîne.
Encamên civakî û mafê vegerê
Di dirêjahiya atolyeyê de encamên civakî yên koçberiyê, mafê vegerê, mekanîzmayên edaletê û polîtîkayên hemahengiya civakî hatin nîqaşkirin. Beşdaran bal kişand ku mafê vegera ewle ya gelên ji ber şer û zextên siyasî koçber bûne, di hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan de mafekî bingehîn e.
Werger: Omer Dilsoz