Di çarçoveya "Foruma Aştî û Azadiya Civakî" de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, di xebata bi navê “Ber bi Aştiyê ve Meş: Li Sûrê Meşa Hafizeya Kolektîf” de welatiyan serdana cihên hafizeyê yên ku şahidî ji dîroka pirqat a Sûrê re kirine kirin û li ser têkiliya navbera rûbirûbûna rabirdûyê, hafizeya civakî û aştiyê nîqaş kirin.
Meşa ku di çarçoveya foruma şaredariyê de hat lidarxistin, li Sûrê pêk hat. Meşa ku ji aliyê Dr. Noémi Lévy-Aksu û Derya Bozarslan ji Navenda Heqîqet, Edalet û Hafizeyê ve hatibû sêwirandin, bi beşdariya welatiyên di navbera 18-35 salî de hat kirin.
Meş ji Meydana Deriyê Çiyê dest pê kir; bi rawestgehên li cihên hafizeyê yên wekî Deriyê Sarayê, Minareya Çarling, Dêra Ermenan a Surp Giragos, Dêra Surp Sarkis, Abîdeya Wijdana Hevpar û Goristana Ermenan berdewam kir. Bernameya ku tê de behsa şopên şikestinên dîrokî yên li ser tevna Sûrê hat kirin, li Meydana Îstasyonê bi dawî bû.
Beşdaran di dema meşê de bal kişandin ser wê yekê ku mekan qadên zindî ne û hafizeyê ji nû ve hildiberînin; wan destnîşan kir ku rûbirûbûna rabirdûyê yek ji gavên herî bingehîn ên avakirina siberojeke demokratîk e. Beşdaran şahidiya xwe bi tomarên deng, nîşe, wêne û vîdyoyên kurt qeyd kirin. Hat diyarkirin ku ev materyal dê di atlasa hafizeya dîjîtal a hevpar de werin berhevkirin.
Rûbirûbûna Rabirdûyê
Yek ji sêwirînerên meşa hafizeyê Derya Bozarslan, li ser xebatê nirxandin kirin. Bozarslan diyar kir ku ew li Diyarbekirê ji dayik bûye û mezin bûye, lewma ev tura hafizeyê ji bo wê xwedî wateyeke taybet e. Bozarslan got:
“Ez li Diyarbekirê ji dayik bûm û mezin bûm. Ev tura hafizeyê ji bo min girîngiyeke din e. Veguhestina çîrokên ku min ji zarokatiya xwe ve bihîstine û ez pê dizanim bo ciwanan, ji bo hafizeya min a kesane pir girîng e. Ji ber ku ev karê Navenda Hafizeyê bû jî me pir giringî pê da. Dema em ji bo vê forumê hatin vexwendin, me biryar da ku em dikarin bi xebateke wiha beşdar bibin. Ji ber ku dema me di vê forumê de behsa aştiyê dikir, me xwest rûbirûbûna rabirdûyê û heqîqet jî werin axaftin. Ji ber wê me bernameya tura hafizeyê amade kir.”
‘Bêyî nirxandina hafizeyên cuda aştî ne pêkan e’
Dr. Noémi Lévy-Aksu ya ku çarçoveya akademîk a meşê amade kiriye, destnîşan kir ku meşên hafizeyê li cîhanê di xebatên hafizeyê de rêbazeke girîng e. Lévy-Aksu wiha axivî:
“Ev meş bi gelemperî li cîhanê di xebatên hafizeyê de formateke pejirandî ye. Bi meşa hafizeyê re em hewl didin qatên cuda bi hev bidin axaftin. Îro jî me nîqaş kir ku hafizeyên salên 1915, 1990 û 2015’an çawa dikarin bi hev re biaxivin; pêwendiya navbera ezmûnên cuda, nêrînên cuda û di heman demê de berxwedanên cuda çawa dikare were avakirin. Ev xebat çiqas hilberandina zanînê be, ewqas jî perspektîfa aştiyê pêşkêş dike. Ji ber ku em difikirin bêyî nirxandina civakên cuda û hafizeyên cuda, aştî ne pêkan e. Lewma em ji bo rûbirûbûna rabirdûyê û hafizeya civakî girîngiyê didin meşên bi vî rengî.”
Beşdaran ezmûnên xwe parve kirin
Beşdar Burcu Karakaş diyar kir ku meş ji bo wê hem fêrker û hem jî ezmûneke dilzîz bû û got:
“Ez bi rastî li vir mezin bûm, lê îro ji bo nûkirina hafizeya Sûrê û hînbûna tiştên ku em nizanin ez beşdarî vê turê bûm. Ji bo min pir bi feyde bû. Em di ser mijarên ku pê dizanin re derbas bûn, di heman demê de em hînî tiştên nû bûn. Ez difikirim ku amadekirina vê turê di serdemeke wiha de pir girîng e. Ji ber ku ez dizanim bêyî girêdana bi rabirdûyê re avakirina îro ne pêkan e û ez difikirim ku divê em hemû vê yekê di hundirê xwe de bi cih bikin.”
Selin Işık jî bal kişand ser giringiya meşê ji bo hafizeya kolektîf û got:
“Kirina vê meşê bi 20 hevalan re ji bo min pir baş bû. Ji ber ku rêyeke zindî girtina hafizeya bajêr, di zindî girtina hafizeya gel re derbas dibe. Li hinek cihan min xwe pir baş hîs kir, li hinek cihan ez pir hêrs bûm lê min ferq kir ku ez ne bi tenê me. Baş e ku meşeke wiha pêk hat û ez jî beşdar bûm. Ez dizanim û hîs dikim ku di vê rêyê de aştî dê ji bo me hemûyan pir baş be. Yek ji tiştên ku min îro hîs kir ev bû.”
Beşdar Hamza Gorucu jî diyar kir ku rûbirûbûna bi hafizeyê re baweriya bi aştiyê xurt dike û got:
“Beriya ku ez beşdarî vê meşê bibim, tişta ku ez lê difikirîm ev bû ku ez hem aliyên biêş û hem jî aliyên xweş ên tiştên me di hafizeya Sûrê de jiyane fam bikim. Li vir min ferq kir ku ez dikarim hestên xwe çawa ber bi aştiyê ve araste bikim. Ez difikirim ku aştî pêşî bi pirsiyarkirina mirov a ji xwe dest pê dike.”
Werger: Omer Dilsoz
