Atolyeya Futbola Kolanê ya Berfireh ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de hat lidarxistin, zarok li dora çanda pişgtirî, jiyana hevpar û lîstikê anîn cem hev. Di çalakiyê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî bi zarokan re derket qadê, futbol lîst û bû şirîka kelecana wan.
Atolyeya Futbola Kolanê ya Berfireh ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de hat organîzekirin, li Kompleksa Werzîşê ya Seyrantepeyê hat pêkanîn. Hevşaredar Serra Bucak, serdana atölyeye kir ku gelek zarok tê de amade bûn û spasiya rêveberên Streetbolzer e.V. kir ku ezmûnên xwe bi futbolvanên piçûk û pêkhateyên werzîşê yên bajêr re parve kirin. Hevşaredar Bucak bi zarokan re hat cem hev, beşdarî şahiya wan bû û bi piçûkan re li ser futbolê û serkeftina Amedsporê ya derketina Super Ligê sohbet kir.
Tîma Streetbolzer e.V. ji bo mêvantiya wan spasiya Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê kir. Hevşaredar Bucak jî guldesteyek ji keşkolên Amedsporê diyarî rêveberên Streetbolzer e.V. kir ku bi tîmeke 11 kesî beşdarî forumê bûne û sê roj in li bajêr in.
Rêzikên maçê zarokan diyar kirin
Beriya atolyeyê ji zarokan hat pirsîn ka ew dixwazin çawa lîstikekê bilîzin. Ji nav vebijarkên ku ji aliyê Streetbolzer e.V. ve hatin pêşkêşkirin, zarokan ev rêzik diyar kirin:
•"Sert nelîzin, çêran nekin û tevgerên provokatîf nekin."
•"Alîkariya lîstikvanê ku ketiye erdê bikin."
•"Beriya maçê û piştî maçê destên hev bigirin."
•"Her lîstikvan beşdarî nirxandina berî û piştî lîstikê bibe."
•"Kîjan tîm golê biavêje bila biavêje, her du tîm jî ji bo golê çepikan lê bidin."
Zarokan tercîh kir ku di çarçoveya van rêzikan de lîstika xwe bilîzin.
Di atolyeyê de 4 tîman bi camêrî têkoşîn kir
Di atolyeyê de 4 tîmên ku ji 5 kesan pêk dihatin têkoşîn kirin. Di dawiya maçan de pûankirin li gorî rêzikên ku zarokan diyar kiribûn hat kirin û tîmên herî serkeftî hatin hilbijartin. Zarokên ku li derveyî lîstikê man jî bi çalakiya boyaxkirinê wext derbas kirin.
Hevşaredar Bucak bi zarokan re maç kir
Hevşaredar Bucak, ji bo ku di atolyeya “Futbola Kolanê ya Berfireh” de bibe şirîka kelecana zarokan, di yek ji tîmên hatibûn avakirin de cih girt û bi zarokan re futbol lîst.
Rêveberên Streetbolzer e.V. ku saziyeke ne-hikûmî û bêberjewendî ye, aliyê werzîşê yê ku çanda aştî, piştgirî û jiyana hevpar xurt dike, bi zimanê lîstikê yê ku bi zarokan re ava kirine, nîşanî qadê dan.
“Atolyeya Futbola Kolanê ya Berfireh” bi belavkirina xwarin û vexwarinan û kişandina wêneyên bîranînê bi dawî bû.
Dê bi komên alîgiran re jî werin cem hev
Di dema Foruma Aştî û Azadiya Civakî de tîma Streetbolzer e.V. dê perwerdeyê bide xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Weqf her wiha dê bi komên alîgiran ên ku li bajêr di qada futbolê de çalak in re were cem hev û bi zarokên di koma temenê 7-14 salî de li qada kesk bicive.
Werger: Omer Dilsoz