Di panela “Li Rojhilata Navîn Derfetên Aştiyê: Dîrok, Siyaset û Dînamîkên Civakî” de ya ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de hat lidarxistin, beşdaran geşedanên li Rojhilata Navîn nirxandin û bal kişandin ser wê yekê ku aştiya civakî bi hişmendiya demokratîk, azadiya jinan û nûnertiya wekhev a gelan pêkan e.
Panela ku bi mazûvantiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat organîzekirin, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin. Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMERê Yuksel Genç moderatoriya panelê kir; Endama Konseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif, Prof. Dr. Hamit Bozarslan, Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cengiz Çandar û Doç. Dr. Arzu Yilmaz wekî axaftvan beşdar bûn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Rêveberên Meclîsa DBBê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Parlamentera Partiya DEMê Sevilay Çelenk, hevşaredarên navçeyan, Sekreterê Giştî yê DBBê Serdar Bakiroglu, Alîkara Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, rojnameger û nivîskar Hasan Cemal, nûnerên saziyên civakî û gelek kes beşdarî panelê bûn.
‘Kurd dikarin bi ezmûnên xwe bibin mînak ji bo Rojhilata Navîn’
Prof. Dr. Hamit Bozarslan di panelê de axivî û bal kişand ku Rojhilata Navîn di seranserê sedsala 20an de bi şeran şekil girtiye û got ku krîza gerdûnî ya îro ji serdema Şerê Sar girantir e. Bozarslan diyar kir ku di salên Şerê Sar de geşedan bi kêmî ve dihatin pêşbînîkirin û wiha got: “Lê îro krîzeke kûr a nepenîtiyê heye. Mirov nizane dê rojek, du roj an hefteyek şûnda çi bibe.”
Bozarslan destnîşan kir ku ji bo derketina ji vê xeleka krîzê pedagojiya demokratîk pêdivî ye û got ku ev yek bêyî hişmendiya dîrokî nabe. Bozarslan anî ziman ku ew ne behsa felsefeya dîrokê, behsa pêvajoyeke hişmendiya civakî dike û nirxên demokratîk tenê bi hişmendiyeke wiha dikarin xurt bibin.
Bozarslan got ku êdî derfeta Kurdan nîn e ku bi tenê aştî û demokratîkbûnê bînin Rojhilata Navîn û diyar kir ku îro armanca bingehîn parastina hebûna Kurdan e. Bozarslan diyar kir ku tevî vê yekê jî Kurd dikarin ezmûnên xwe yên demokratîk pêş bixin û ji bo gelên Rojhilata Navîn bibin mînak.
‘Pêdivî ye ku bêçareserî ji şîdetê were paqijkirin’
Doç. Dr. Arzu Yilmaz di nîqaşên li ser pirsê Kurd de got ku di pêvajoya heyî de encama herî realîst a ku mirov dikare bigihîjiyê, “paqijkirina bêçareseriyê ji şîdetê” ye. Yilmaz diyar kir ku nîqaşên entegrasyonê ji aliyê Kurdan ve wekî “yekîtî” tên girtin lê ew tercîh dike ku vê wekî “entegrasyona navxweyî” pênase bike û wiha axivî: “Ger pêşniyara entegrasyonê –ya ku Kurd wek yekîtî nîqaş dikin lê ez wek entegrasyona navxweyî pênase dikim– bi hev re neyê meşandin, di kêliyekê de ku tifaqa nû pêş bikevin û hewcedarî bi tifaqa Kurdan nemîne, ev yek ji bo Kurdan rîskeke mezin e.”
‘Azadiya civakî bi azadiya jinan pêkan e’
Endama Konseya Serokatiya PYDê Hediye Yûsif jî got ku civakeke aram, bi îstiqrar û azad tenê bi azadiya jinan pêkan e. Yûsif diyar kir ku divê avahiyeke civakî ya ku jin karibin îradeya xwe temsîl bikin, xwe îfade bikin û çanda xwe pêş bixin were avakirin û şerta bingehîn a vê yekê jî aştiya civakî ye. Yûsif da zanîn ku ew armanc dikin ku dijminatiya navbera gelan, hevrikatiyê û felsefeya dewleta navendî ya ku nasnameyên pêkhateyên cuda nas nake derbas bikin û got: “Beriya her tiştî divê em vê zîhniyetê ji nav civaka xwe derxin û bavêjin.”
‘Rojhilata Navîn a bê Kurd ne pêkan e’
Parlamenterê Partiya DEMê Cengîz Çandar jî got ku Kurd piştî Şerê Cîhanê yê 1. û 2. wekî aktorekî siyasî û xwedan-nasname di nexşeya cîhanê de cih negirtine, lê piştî serdema Şerê Sar bi hêzeke mezin ketine nav siyaseta Rojhilata Navîn. Çandar got: “Îro êdî Rojhilata Navîn a bê Kurd ne pêkan e.”
Çandar diyar kir ku Kurd di siyaseta herêmî û navneteweyî de bûne aktorekî diyarker û got ku ev nayê wateya guhertina sînoran an avakirina dewleteke serbixwe. Çandar destnîşan kir ku heta li welatên ku Kurd lê dijîn avahiyeke siyasî ya ku wan temsîl dike û ew xwe jê re hîs dikin ava nebe, dê têkoşîn berdewam bike.
Çandar qala geşedanên li Sûriyeyê jî kir û got ku di xala ku îro hatiyê de pêvajoya entegrasyonê berdewam dike. Çandar destnîşan kir ku ev entegrasyon nayê wateya teslîmiyeta Kurdan û got ku berovajî vê yekê, Kurd di Sûriyeya nû da ku tê avakirin ji bo parastina nasname, azadiya ziman û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di nav rêziknameyên hiqûqî de têkoşînê dimeşînin.
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz
