Print this page

Akademîsyenan serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, akademîsyen Dr. Jiyar Aghapour û Ari Zawity yên ku ji bo Foruma Aştî û Azadiya Civakî hatibûn bajêr, mêvan kirin.

Akademîsyen Dr. Jiyar Aghapour û Ari Zawity, yên ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de ji Herêma Kurdistana Iraqê hatibûn bajêr, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kirin. Di serdana ku li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat de, Hevşaredar Bucak akademîsyen pêşwazî kirin. Di hevdîtina piştî pêşwazîkirinê de, li ser pêşxistina xebatên çandî û xurtkirina hevkariyan nirxandin hatin kirin.

Hevşaredar Bucak, kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê anî ziman.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery