Print this page

Hevşaredar Bucak: Em dixwazin pêşketina gundewarî bi pêş bixin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serdana Odeya Ziraetê ya Yenîşehîrê kir, Roja Cotkarên Cîhanê ya 14’ê Gulanê pîroz kir û diyar kir ku ew dixwazin pêşketina gundewarî bi pêş bixin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, tevî Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û endamên meclîsê, serdana Serokê Odeya Ziraetê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglu û endamên lijneya rêvebir kir.

Hevşaredar Bucak ku Roja Cotkarên Cîhanê pîroz kir, da zanîn ku ew girîngiyê didin pêşketina gundewarî û wiha got: “Em pêşketina gundewarî girîng dibînin û dixwazin pêş bixin. Di vê mijarê de em dixwazin fikir û pêşniyarên we jî guhdar bikin.”

Serokê Daîreya Karên Gundewarî Mahmut Dursun jî der barê xebatên şaredariyê yên li ser hilberîna gundewarî û çandiniyê de agahî dan.

Serokê Odeya Ziraetê Îskenderoglu jî pirsgirêkên cotkaran anî ziman û diyar kir ku girîngiya Şaredariya Bajarê Mezin a ji bo xebatên gundewarî li qadê tê dîtin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery