Di Atolyeya Rojnamevaniya Aştîyê de zimanê medyayê hat nîqaşkirin

Di çarçoveya Forma Aştî û Azadiya Civakî de, di Atolyeya Rojnamevaniya Aştîyê de rojnameger hatin bal hev û bandorên zimanê şer ê di medyayê de, gotinên cihêkar û nûçegihaniya manîpulekar ên li ser civakê nîqaş kirin.

Atolyeya Rojnamevaniya Aştîyê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin û ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve hatibû sêwirandin, hate lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, gelek rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî atolyeya li Komeleya Çand û Hunerê ya AMARGÎ bûn.

Di atolyeyê de ku moderatoriya wê rojnameger Reyhan Hacioglu dikir, rojnameger Tugçe Tatarî û Ercan Îpekçî wekî axaftvan cih girtin.

Rojnameger Tatarî diyar kir ku rojnamevaniya aştîyê bi dîtbarîkirina çîrokên aliyên cuda empatiyê xurt dike û got: “Stûna herî girîng a civakîbûna aştîyê ev e ku aliyên ku di nava êşan de ne, hevdu fam bikin.”

Pabendbûna bi rênivîsên pîşeyî re

Rojnameger Îpekçî bal kişand ser wê yekê ku rojnamevaniya aştîyê bi pabendbûna bi rênivîsên pîşeyî pêkan e û got: “Rojnamegerî ne tenê veguhestina ya xuya ye, di heman demê de derxistina rastiya veşartî ye. Rojnamevaniya aştîyê baldarî û berpirsiyariyê dixwaze.”

Îpekçî destnîşan kir ku zimanê aştîyê ne tenê berpirsiyariya rojnamegeran e, di heman demê de berpirsiyariya hevpar a her kesî ye, ji saziya siyasetê bigire heta darazê.

Di atolyeyê de li ser wê yekê nirxandin hatin kirin ku li şûna ragihandina pevçûnan bi zimanekî çandina tovê rikberiyê, çawa dikare têgihiştineke nûçegihaniyê ya li ser bingeha mafan, hemêzker û dengên cuda bide xuyakirin, were pêşxistin.

‘Heke zimanê medyayê biguhere, em ê zûtir bigihîjin aştîya civakî’

Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek ê ku yek ji sêwirînerên atolyeyê ye, bal kişand ser wê yekê ku di avakirina aştîya civakî de zimanê medyayê diyarker e û got: “Îro em wekî DFG û MKG rojnamevaniya aştîyê nîqaş dikin. Heke em behsa aştîya civakî dikin, divê berî her tiştî zimanê medyayê biguhere. Heke medya zimanê aştîyê bigire, aştîya civakî dê hêsantir bibe. Di vê atolyeyê de em nîqaş dikin ku divê zimanê medyayê çawa be û ji bo pêşxistina rojnamevaniya aştîyê divê em çi bikin. Rojnamevaniya aştîyê dê rê li ber aştîya civakî veke. Em bawer dikin ku heke zimanê medyayê biguhere, em ê zûtir bigihîjin aştîya civakî.”

‘Rojnameger di şert û mercên giran de têdikoşin’

Seroka MKG’ê Roza Metîna jî bal kişand ser rola rojnamegeriyê ya di têkoşîna aştî û azadiyê de û got: “Yek ji armancên vê atolyeyê nîşandana rol û mîsyona rojnamegeriyê bû. Rojnameger ji bo aştî û azadiyê di şert û mercên giran de têdikoşin. Tevî zext, binçavkirin û girtinan jî xebatên xwe yên çapemeniyê didomînin. Cihgirtina bernameyeke wiha di forumê de ji bo aştîya civakî pir girîng e. Medyaya navendî bi manîpulasyonan hewl dide rê li ber fêrbûna rastiyan a civakê bigire. Lê belê kedkarên çapemeniya azad ji bo rastiyê bigihînin civakê têkoşiyan û tevkariyên girîng li aştî û azadiyê kirin. Em ê di vê pêvajoyê de jî peywira xwe bi cih bînin.”

‘Fikir divê bi zimanê aştîyê werin îfadekirin’

Hevseroka DFG’ê Kesira Onel jî ku yek ji sêwirînerên atolyeyê ye, diyar kir ku atolye li dijî zimanê nefretê zemînekî nîqaşê yê girîng pêşkêş dike û got: “Di van rojan de ku aştîya civakî tê axaftin, em wekî rojnameger bawer dikin ku divê fikir bi zimanê aştîyê werin îfadekirin. Armanca vê forumê jî bi vî rengî bû. Axaftina li ser rojnamevaniya aştîyê dê bibe alîkar ku li civakê zimanê nefretê bi dawî bibe. Em bawer dikin ku encamên ji vir derkevin dê ne tenê rojnamegeran, lê belê bersiveke ku tevahiya civakê hemêz dike biafirîne.”

‘Em dixwazin aştîyê bidin pêş’

Rojnameger Semra Turan a ku beşdarî atolyeyê bû jî bal kişand ser girîngiya rojnamevaniya aştîyê ya ji bo pêvajoya heyî û got: “Niha di civakê de aştî tê axaftin. Em jî wekî rojnameger nîqaş dikin ku em dikarin ji bo aştîyê çi bikin. Em dixwazin di nûçeyên xwe de bêtir aştîyê bidin pêş. Axaftina aştîyê di her qadê de û avakirina wê tiştekî xweş e. Aştî di heman demê de ji bo rojnamegeran jî pêdivî ye.”

‘Zimanê aştîyê bi qîmet e’

Rojnameger Reyhan Hacioglu jî bal kişand ser girîngiya nîqaşên nûçegihaniya alternatîf a li dijî zimanê şer û wiha nirxand: “Bi salan e li vê erdnîgariyê bi zimanê şer hewl hat dayîn ku civak werin sor kirin (tehrîkkirin). Di pêvajoyeke wiha de hatina bal hev a rojnamegeran û nîqaşkirina ka dê zimanê aştîyê çawa were avakirin bi qîmet e. Eleqe û beşdariya zêde ya ji bo atolyeyê jî nîşaneya vê ye. Ez bawer dikim ku ev nîqaş dê rê li ber nêzîkbûna civakan a ji bo hevdu vekin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery