Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, wê sibê bi panel, atolye, hevpeyvîn û çalakiyên çandî bi dawî bibe. Di roja dawî ya forumê de di sernavên zayenda civakî, ciwanî, ekolojî, mafê bajêr, hafize, huner û siyaseta demokratîk de gelek çalakî wê werin lidarxistin.
“Foruma Aştî û Azadiya Civakî” ya ku di 12ê Gulanê de bi mêvandarîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kiribû, wê sibê bi çalakiyên curbecur bi dawî bibe. Di roja dawî ya forumê de ku 5 rojan di sernavên avakirina aştiya civakî, civaka demokratîk, azadiya jinan, hafize, çand-huner, ekolojî û jiyana hevpar de hat lidarxistin, akademisyen, hunermend, hiqûqnas, aktîvîst û rêxistinên ciwanan ên ji qadên cuda wê bên cem hev.
Di çarçoveya forumê de li Sumerpark, Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê, Salona Civînan a Alî Emîrî û Qesra Cemîl Paşa di nava rojê de wê gelek çalakî bên lidarxistin.
Sernavên Zayenda Civakî, Ekolojî û Ciwanî wê derkevin pêş
Bernameya roja dawî ya forumê wê saet di 10:00an de bi çalakiyan dest pê bike. Li Sumerparkê bi beşdariya Prof. Dr. Ayşe Betül Çelik û Parêzer Birsen Atakan çalakiyek bi navê “Ragihandina Hesas a li Ser Zayenda Civakî û Çareseriya Şer û Tundiyê” wê bê lidarxistin.
Di atolyeya “Bi Hev Re Hilberandina Pratîkên Aştiyê yên ji Binî Ve” de ku wê li Pirtûkxaneya Qata 4an a ÇandAmedê bê lidarxistin, Dr. Yasemin Acar, Dr. Andrews, Dr. Yasin Duman û Dr. Thia Sagherian-Dickey wekî axêvker cih digirin.
Di çalakiya “Estetîka Berxwedana Rojana: Psîkolojiya Berxwedanê û Huner” de ku wê li Sumerparkê bê çêkirin, têkiliya huner û berxwedanê wê bê nirxandin. Di çalakiya bi navê “Di Çarçoveya Siyaseta Wekheviya Civakî û Jiyana Ekolojîk de Bikaranîna Bisikletê” de ku wê li Salona Proveyê ya ÇandAmedê bê çêkirin jî, mijara jiyana ekolojîk û mafê bajêr wê bê nîqaşkirin.
Di bernameya rojê de her wiha çalakiyên ku balê dikişînin ser rola ciwanan a di siyaseta demokratîk de, beşdariya wan a di pêvajoyên aştiya civakî de û sernavê jiyana saxlem jî hene.
Bajar, Hafize û Siyasetên Avê wê bên nîqaşkirin
Di çarçoveya forumê de, di çalakiya bi navê “Aştbûna bi Bajêr Re: Mekan, Hafize û Mafên Kamûyî (Giştî)” ku wê li Salona Civînan a Qata 4an a ÇandAmedê bê lidarxistin, hafizeya bajêr, qada giştî û têkoşîna mafan wê bên axaftin.
Di çalakiya “Edaleta Avê û Girêka Av-Enerjiyê: Di Hewza Dîcle-Firatê de Çandinî û Lêgerînên Çareseriya Herêmî” de ku wê li Salona Vedat Aydın a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bê çêkirin jî, siyasetên avê, krîza ekolojîk û pêşniyarên çareseriya herêmî wê bên nirxandin.
Nîşandana stand-upê ya bi navê “Mîzah û Azadî: Bi Ken Keşfkirina Sînorên Ramanê” ku wê li Salona Mehmet Emin Yalçinkaya ya ÇandAmedê bê lidarxistin jî di nav çalakiyên çandî yên forumê de cih digire.
Girtina Forumê wê li Qesra Cemîl Paşa be
Di rûniştina dawî ya panelê ya forumê ya bi navê “Bi Hunerê Avakirina Zimane Aştiyê: Astengî, Îmkan û Xeyal” de, Doç. Dr. Süreyya Karacabey, Ezel Akay û Şerko Kanîwar wê wekî axêvker cih bigirin.
Girtina forumê wê saet di 18:00an de li Qesra Cemîl Paşa bê kirin. Di bernameyê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tulay Hatimogullari wê axaftinekê bikin.
Bername wê bi çalakiya muzîkê ya bi navê “Dengên Hafizeyê: Di Muzîkên Kurdî, Bask û Calabriayê de Şîn, Berxwedan û Hêvî” bi dawî bibe. Di vê çalakiyê de serpêhatiyên hafize, şîn û berxwedanê yên erdnîgariyên cuda wê bi rêya muzîkê bên ba hev.
Ji bo bernameya hûrgilî û salnameya çalakiyan a Foruma Aştî û Azadiya Civakî, mirov dikare serdana navnîşana https://www.peaceandfreedomforum.com/tr/anasayfa bike.