Print this page

Atolyeya Dekolonizasyona Aştiyê hat lidarxistin

Di Atolyeya Dekolonizasyona Aştiyê (Bêmêtingerkirina Aştiyê) de ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de hat lidarxistin; zimanê siyasî yê di pêvajoyên aştiyê de tê bikaranîn, kirdebûna gelan, nêzîkatiya li ser bingeha mafan û modela aştiya dekolonyal hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tê birêvebirin, li Sumerparkê di bin rêveberiya sosyolog Mustafa Zengin de "Atolyeya Dekolonizasyona Aştiyê" hat lidarxistin. Di atolyeyê de beşdaran li ser mînakên pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê, nîqaş li ser modelên aştiyê yên ne-mêtinger, li ser bingeha mafan û daxwazên civakî kirin.

‘Em li ser modela ku daxwazên gel esas digire nîqaşê dikin’

Rêveberê atolyeyê Mustafa Zengin diyar kir ku pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê piranî li ser modelên hegemonîk û lîberal ên dewletan tên meşandin û li dijî vê yekê ew nêzîkatiyeke ku daxwazên gel dixe navendê nîqaş dikin. Zengin got: “Îro di çarçoveya forumê de em atolyeya xwe ya ‘Dekolonizasyona Aştiyê’ li dar dixin. Li vir, em li ser modelên ku di mînakên aştiyê yên li cîhanê de derketine pêş, nîqaşan dimeşînin. Rastî ev e ku îro li cîhanê pêvajoyên aştiyê bi nêzîkatiyên lîberal û di bin hegemonyaya dewletan de tên meşandin. Li vir, em li dijî van modelên lîberal, dixwazin modela ‘dekolonyal’ a ku ‘yê din’ esas digire; yanî xwe dispêre daxwaz, pêşniyar, daxwazî û rastiya gel nîqaş bikin. Armanca me ya li vir ew e ku em li ser vê modelê metnekî du-sê rûpelî derxin holê û pêşkêş bikin. Jixwe niha li Tirkiyeyê behsa pêvajoyeke aştiyê tê kirin. Ji ber vê yekê, dibe ku ev metna derçûyî ya du rûpelî ya ku em ê ji van nîqaşan bi dest bixin, pêşniyar û tevkariyê li pêvajoya ku tê meşandin bike.”

Zengin bal kişand ser wê yekê ku zimanê siyasî yê tê bikaranîn diyarker e û weha domand: “Pêvajoya aştiyê ya ku îro tê meşandin bi navê pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ tê pênasekirin. Modela ‘Dekolonizasyona Aştiyê’ ziman û nêzîkatiyeke wisa red dike; qebûl dike ku gel, wek mînak gelê Kurd, xwe bi çi ziman û nêzîkatiyê pênase dike.”

‘Sernavek e ku cara yekem e li vî bajarî tê nîqaşkirin’

Yek ji beşdarên atolyeyê, lêkolîner-nivîskar Dîlan Aydin da zanîn ku atolye cara yekem e di vî warî de li bajêr tê lidarxistin û got: “Ev atolyeyek e ku em cara yekem e li Amedê dibînin. Di çarçoveya atolyeyê de em nîqaş dikin ka em çawa dikarin aştiyê bi rûyên wê yên sosyokultûrî, sosyoekonomîk û gelek aliyên din re ji aliyê civakî û herêmî ve birêxistin bikin. Ez difikirim ku nîqaşa îro, hem ji ber ku cara yekem e li vir tê kirin û hem jî di çarçoveya vê forumê de tê girtin dest, pir girîng e.”

‘Ji bo civakîbûna aştiyê giring e’

Beşdar Ayşe Kuran jî bal kişand ser wê yekê ku têgîna dekolonizasyonê rasterast bi pêvajoya kirdebûna gelan re girêdayî ye. Kuran weha axivî: “Em di vê atolyeyê de dekolonizasyonê nîqaş dikin. Dekolonizasyon di rastiyê de berevajiya kolonyalîzmê (mêtingeriyê) ye; em di rastiyê de behsa hêza avakirina siberoja gel û civakekê ya di her qadê de û hêza bûn-kirdeya wan dikin. Em di pêvajoyeke aştiyê re derbas dibin û ev mijar niha di cihekî pir binirx de ye. Ji bo vê yekê em foruma aştiyê û nîqaşên aştiyê girîng dibînin. Dema ku em mînakên cîhanê nîqaş dikin, ev yek girîngiya we ya ku em ê çawa aştiyê civakî bikin, çawa li ser biaxivin û nîqaş bikin derdixe holê. Ji ber ku heta îro polîtîkayeke kolonyal (mêtinger) hat meşandin. Em jî îro bi têgîna dekolonizasyonê re nîqaş dikin ka em ê avakirina aştiyê çawa bikin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery