Print this page

Hevşaredar Bucak tevî vekirina Pêşangeha ‘Jinên Biharê’ bû

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevî vekirina pêşangeha şêwarkariyê ya bi navê “Jinên Biharê” bû.

Vekirina pêşangeha bi navê “Jinên Biharê” ku ji aliyê şêwakar (resam) Bahar Azîzoglu Ergul ve hatibû amadekirin û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê malovantiya wê dikir, li Muzeya Bajêr a li Qesra Cemîl Paşa hat lidarxistin. Li gel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak; endamên meclîsa DBB’ê, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş û dildarên hunerê tevî vekirinê bûn.

Di pêşangehê de ku balê dikişîne ser rêwîtiya hundirîn a jiyanê, piştevaniyê, nazikiyê û hêza jinan, çîrokên jinan bi rêya şêwakarî û tabloyan digihîjin dildarên hunerê. Şêwakar Bahar Azîzoglu Ergul ku di vekirina pêşangehê de ku 52 berhem tê de cih digirin axivî, diyar kir ku wê hewl daye di berhemên xwe de hestên kûr û tecrûbeyên têkoşîna jinan nîşan bide û weha got: “Em bûn rengê hev, me piştgiriya hev kir û me hêz da hev. Ev xebat li şûna fêmkirinê, bang li mirovan dike ku bixwazin hest pê bikin.”

‘Jin bi berhemdariya xwe ya entelektûel paşerojê nexş dikin’

Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş jî bal kişand ser 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û got: "Jina Kurd heta îro reng û nexşên pir xweşik li jiyanê zêde kirine. Em pir kêfxweş in ku jin firçeyê û pênûsê didin destên xwe. Em dizanin ku ew bi berhemdariya xwe ya entelektûel, hişmendî, berxwedan û sekna xwe, paşerojê nexş dikin."

Hevşaredar Bucak li pêşangehê geriya

Vekirina pêşangehê, bi sosiskirin û vekirina girêkên şalan hat pêkanîn. Piştî vekirinê, Hevşaredar Serra Bucak li pêşangehê geriya û bi şêwakar Bahar Azîzoglu Ergul re sohbet kir; xebatên wê pîroz kir û serkeftin jê re xwest.

Pêşangeh, dê heta 25’ê Gulanê li Muzeya Bajêr ji bo serdanê vekirî be.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery