Hevşaredar Hatun: Em ê di her qada jiyanê de zimanê xwe bi kar bînin

Hevşaredar Dogan Hatun, di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de axivî, Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê pîroz kir û got: “Em ê di her qada jiyanê de zimanê xwe bi kar bînin.”

Rûniştina pêncemîn a civîna asayî ya meha gulanê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, li avahiya xizmetê ya şaredariyê hat lidarxistin. Civîn di bin serokatiya Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun de birêve çû û endamên meclîsê tevli bûn.

Hevserok Dogan Hatun di civînê de axivî û bi bîr xist ku di 15’ê Gulana 1932’an de li Şamê Celadet Alî Bedirhan kovara bi navê “Hawar” derxistiye û ev dîrok ji sala 2006’an û vir ve wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Hatun bi vê boneyê Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê pîroz kir.

‘Polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin’

Hevşaredar Hatun bal kişand ser zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî û weha got: “Bi rastî jî nêzî sed sal in li ser zimanê me polîtîkayên pir giran ên asîmîlasyonê tên meşandin, tê xwestin ku zimanê me bê tunekirin. Lê belê gelê Kurd û wekî nûnerên gelê Kurd em jî, ne sed sal, hezar salên din jî derbas bibin, em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em ê di her qada jiyanê de zimanê xwe bi kar bînin. Ez careke din di şexsê meclîsa me de, di serî de gelê Amedê, Cejna Zimanê Kurdî ya hemû gelê Kurd pîroz dikim.”

‘Em ji bo zimanê kurdî statuyê dixwazin’

Hevşaredar Hatun diyar kir ku ew ji bo hemû zimanan û bi taybetî jî ji bo zimanê kurdî statuyê dixwazin û got: “Em dixwazin zimanê me bibe zimanê perwerdeyê û bigihîje statuyeke qanûnî. Ne tenê kurdî, divê hemû zimanên cîhanê bibin zimanê perwerdeyê.”

Perwerdehiya bi zimanê dayikê

Hevseroka Şaredariya Yenişehirê Safiye Akdag bal kişand ser giringiya ziman a ji bo nasname û hebûna gelekî.

Hevberdevkê Meclîsê Ayhan Karatekin jî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û nîşan da ku ziman ji bo nasname û çandê xwedî giringiyeke mezin e.

Endamê meclîsê Ramazan Altaş Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û anî ziman ku bi taybetî nezanîna zarokan a bi zimanê dayikê pirsgirêkeke giring e.

Endamê meclîsê Zubeyir Çiçek jî bal kişand ser giringiya axaftina kurdî ya di nav malbatê de, daku zarok bikaribin zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.

Hevseroka Şaredariya Çinarê Semra Akyuz jî giringiya perwerdehiya bi zimanê dayikê destnîşan kir û diyar kir ku nayê qebûlkirin ku zarok di dibistan û zanîngehan de nikaribin bi kurdî perwerdehiyê bibînin.

Piştî axaftinan, bendên rojevê hatin xwendin û hatin dengdanê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery