Print this page

Li Habeşî 3 projeyên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin hatin aşkerekirin

Bi beşdariya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di civîna "Budceya Beşdar" de ku li Habeşî hat lidarxistin, projeyên ku welatiyan bi sindoq û dengdana dîjîtal diyar kiribûn, hatin aşkerekirin. Hewza melevaniyê (soberî) ya ku zarokan piştgiriyeke mezin dabûyê herî zêde deng girt, pirtûkxane û navenda jiyanê ya jinan jî di nav tercîhên pêşîn ên gel de cih girtin.

Hevdîtinên ku li Taxa Habeşî di çarçoveya “Modela Rezanê (Baglar) a Budçeya Beşdar” de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê ve bi dirûşma “Bajarê Te, Budçeya Te, Biryara Te” bi hevparî dihat meşandin û li gora fêmkirina rêveberiya herêmî ya demokratîk hatibû pêkanîn, 4 hefte bûn berdewam dikir. Ev hevdîtin bi aşkerebûna 3 projeyên ku ji aliyê gel ve hatine diyarkirin bi dawî bûn.

Ji bo hevdîtina ku li Habeşî TOKÎ Etapa 1emîn hat lidarxistin, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, endamên meclîsê û gelek welatî beşdar bûn. Mîna hevdîtinên din, vê carê jî zarokan eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan.

3 projeyên hatin aşkerekirin

Di encama dengên ku gel di sindoqên hatine danîn û li ser medya dîjîtal de bi kar anîn; hewza melevaniyê 1015 deng, pirtûkxane 792 deng û navenda jiyanê ya jinan jî 674 deng girtin.

Hat diyarkirin ku ji bo daxwazên derbarê binesazî, paqijî û hewcedariyên bingehîn de jî gav hatine avêtin. Hat diyarkirin ku daxwazên ku di pisûlayan de cih negirtine, ji yekîneyên peywendîdar re hatine şandin û di bin sernavên hevpar de tên nirxandin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku modela beşdar tenê bi çar hevdîtinan sînordar nîne, di pêvajoya pêş de jî daxwazên welatiyên ku li Habeşî dijîn dê bi hev re werin nirxandin.

Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz anî ziman ku, “Em çar hefte ne bi hev re ne. Em wek hefteya yekem bi heyecan in. Îro di heman demê de ez 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî pîroz dikim.”

'Zarokan hewleke mezin da'

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî diyar kir ku ew 4 hefte ne li vir in û got: “Ev civîn pir xweş derbas bû, hevgirtin tije hest bû. Destên we sax bin. Zarokan ji bo hewza melevaniyê hewleke mezin da.” Piştî ku hewza melevaniyê wekî projeya yekem hat hilbijartin, zarokan kêfxweşiyeke mezin jiyan.

'Em ê projeyan gav bi gav pêk bînin'

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun ê ku hejmara dengan aşkere kir jî, zarok pîroz kirin û weha axivî: “Bêguman hemû proje dê werin çêkirin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê, em ê projeyan gav bi gav pêk bînin. Ev mehek e li vir şev û roj kedeke mezin tê dayîn. Ez we hemûyan ji bo van xebatan pîroz dikim.”

Komisyona Taxê dê were avakirin

Ji bo her projeyeke ku hatiye hilbijartin dê Komisyoneke Taxê werê avakirin. Ev komisyon dê ji plansaziyê heta qonaxa avakirinê, pêvajoyê bi tîmên şaredariyê re bi hevparî bimeşînin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery