Print this page

Hevşaredar Hatun tevî daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî bû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tevî daxuyaniya çapemeniyê ya ku di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de hatibû organîzekirin bû.

Ji aliyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) ve ji ber Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin. Tevî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun; Hevserokê Giştî ê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, parlamenter, endamên meclîsê, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di dema daxuyaniyê de giringiya parastin, pêşxistin û bikaranîna kurdî ya di her qada jiyanê de hat destnîşankirin. Beşdaran diyar kirin ku li dijî polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên li ser kurdî, divê ziman di jiyana civakî de were bihêzkirin û bal kişandin ser ku zimanê dayikê yek ji hêmanên bingehîn ên nasnameya çandî û hebûna gelan e.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery