Print this page

Di panelê de sedemên xizaniyê û rêbazên çareseriyê hatin nirxandin

Di panela bi navê “Di Çarçoveya Meseleya Kurd de Îdeolojiya Xizaniyê” de ku di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiyê ya Civakî de hat lidarxistin bal hat kişandin ser ku xizaniya li herêmê kûr dibe; bi polîtîkayên koçberiya pîşesazî (koça bixarez), veberhênanên giştî yên neyeksan û krîza aborî re têkildar e û mezin dibe. Di panelê de hat destnîşankirin ku jin xizaniyê girantir dijîn û hat diyarkirin ku ji bo aştiya civakî bibe mayînde, divê dadmendiya civakî, demokrasiya herêmî û yeksaniya aborî bi hev re werin avakirin.

Panela “Ji Neyeksaniya Structural Ber bi Kontrola Siyasî ve: Di Çarçoveya Meseleya Kurd de Îdeolojiya Xizaniyê” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû amadekirin, di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin. Moderatariya panelê ji aliyê Midûra Şaxa Karên Alîkarî û Xizmetên Civakî ya DBB'ê Nîhal Bozhan Ozbek ve hat kirin û wekî axaftvan Ozgur Amed, Civaknas Dr. Semiha Arî û Serokê Berê yê Komeleya Sarmaşikê Şerîf Camci beşdar bûn.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevka Meclîsa DBB'ê Demet Ceylan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û welatî beşdarî panelê bûn.

‘Çareserî di dadmendiya civakî û yeksaniya aborî de ye’

Panelîst Ozgur Amed bal kişand ser ku xizanî ne tenê diyardeyeke aborî ye, di heman demê de wekî diyardeyeke siyasî û îdeolojîk çawa tê hilberandin. Amed diyar kir ku xizanî di dîrokê de di serdemên cuda de bi awayên cuda hatiye watedarkirin û got ku xizaniya ku di mîtolojiyê de bi windakirina bereketê û qedandina çavkaniyên jiyanê re tê têkildarkirin, di dînan de piranî wekî mafekî ku divê were parastin û wekî meseleyeke exlaqî hatiye helsengrandin.

Amed behsa meseleya Kurd jî kir û da zanîn ku xizaniya li herêmê ne "paşdemayîn" e; daxuyand ku ew rewşeke "li paş hatin hiştin" e ku bi polîtîkayên înkarê, koçberiya bi darê zorê û pergala aborî ya neyeksan hatiye hilberandin. Amed her weha anî ziman ku çareserî di avakirina dadmendiya civakî, demokrasiya herêmî û yeksaniya aborî de ye.

‘Jin xizaniyê girantir dijîn’

Civaknas Dr. Semîha Arî ya ku di panelê de axivî, bal kişand ser ku di salên dawî de li Tirkiyeyê xizanî kûr bûye û got ku bi taybetî jin xizaniyê girantir dijîn. Arî daneyên derbarê bêkariya jinan de parve kirin û diyar kir ku beşeke girîng a bêkarên tomarkirî jin in.

Arî anî ziman ku li Tirkiyeyê krîzeke giran a aborî heye û got, "Em dikaribûn vê nejîn, lê ev rewş wekî tercîheke polîtîkayê derdikeve pêşberî me." Arî destnîşan kir ku pirsgirêkên aborî yên li herêmê kûrtir in û wekî din diyar kir ku di nîqaşên derbarê pêvajoya aştiyê de divê neyeksaniyên aborî û xizanî jî bi taybetî werin girtin dest.

‘Lêkolîn nîşan didin ku Amed li paş hatiye hiştin’

Serokê Berê yê Komeleya Sarmaşikê Şerîf Camci jî encamên lêkolîna ku di sala 2004'an de li ser daneyên Rêxistina Plankirina Dewletê kiribûn, parve kir. Camci diyar kir ku wan veberhênanên giştî yên li Mersîn, Kocaeli, Samsun û Amedê ku strukturên wan ên demografîk dişibin hev dan ber hev û got ku hema bêje di her qadê de Amed li paş hatiye hiştin.

Camci veberhênanên turîzmê wekî mînak nîşan da û diyar kir ku dema li sê bajarên din veberhênanên giştî yên giran hatine kirin, veberhênana li Amedê ya di qada turîzmê de "0 TL" bûye.

Camci anî ziman ku xizanî di serê pirsgirêkên civakî de tê û destnîşan kir ku di nav hişmendiya netewe-dewletê de xizanî wekî mekanîzmayeke kontrolê ya li ser civakê tê meşandin. Camci diyar kir ku wan salên dirêj li ser xizaniyê xebat meşandine û destnîşan kir ku bi taybetî li herêmê wan dîtiye ku xizanî bi karakterekî cuda hatiye kûrkirin.

Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery