Lîstika “Moraşîn” a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de pêşkêş kir, bi çîroka xwe ya ku ji destanên kurdî xwedî dibe, bi kadroya xwe ya ji nêzî 50 lîstikvan û reqasvanan û bi performansa xwe ya li ser mijara rîtûelan, ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Lîstika şanoyê ya “Moraşîn” ku di bin koordînasyona Midûriyeta Şaxê ya Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve hat organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lîstin. Lîstika ku ji aliyê gelek hezkiriyên şanoyê ve hat temaşekirin, bi dîzayna dikê (sehneyê), muzîk û vebêjiya xwe ya li ser mijara rîtûelan bal kişand. Di dirêjahiya lîstikê de lîstikvanan bi performansên xwe çepik ji temaşevanan girtin.
Kadroyeke ji nêzî 50 kesan derket ser dikê
Lîstika ku ji aliyê Qutbedîn Sadiqî ve hatibû nivîsandin û derhêneriya wê hatibû kirin, bi kadroyeke ji nêzî 50 lîstikvan û reqasvanan hat ser dikê.
Mijara lîstikê
“Moraşîn” wekî adaptasyoneke dramatîk a ku ji çîroka “Gênc Xelîl” a di destanên kurdî de cih digire hatiye îlhamgirtin û hat lîstin. Di lîstikê de çîroka Moraşînê ya ku ji ber şer û xizaniyê ji dergistiyê xwe Gênco cuda ketiye, tê vegêran. Moraşîn a ku dixwaze bigihîje evîndarê xwe, tevî 40 jinan cilên mêran li xwe dike û dikeve ser rêyeke dûr û dijwar. Her qonaxa ku karakter tê re derbas dibe, wekî qadeke veguhastina sembolîk a ku bi rîtûelên kevnar hatî hûnandin, li ser dikê tê nîşandan.
Lîstika ku evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk tîne bîra hev, di ser karakterê Moraşînê re balê dikişîne ser wêrekiya jina kurd û bi rêya rîtûelan di navbera raborî û îro de pireke bihêz ava dike.
‘Me ji bo ziman çalakî li dar xistin’
Midûrê Şaxê yê Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak diyar kir ku wan 15ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kiriye. Baykuşak, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Me bernameyên ku nîşandana zarok û ciwanan jî di nav de bûn li dar xistin. Armanca me; meşandina xebatên çandî, hunerî û werzişî (sportîf) yên ji bo zimanê kurdî bû. Îro jî lîstika me ya bi navê ‘Moraşîn’ hat lîstin.”
Baykuşak da zanîn ku şanoya kurdî rasterast bi zimanê kurdî re girêdayî ye û wiha axivî: “Ger zimanê kurdî bihêz be, ger çanda kurdî bihêz be, şanoya kurdî jî dê bihêz be. Şanogeriya bi kurdî, di heman demê de xizmetkirina ji bo zimanê kurdî ye.”
Werger: Omer Dilsoz