Foruma Aşitî û Azadiya Civakî ku di bin mazuvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de 5 rojan berdewam kir, bi 67 panel, atolye, hevpeyvîn, pêşangeh û çalakiyên çand û hunerî zimanê aştîya civakî; li ser nîqaşên pirzimanî, piralîbûna çandî, çareseriya demokratîk, bîr, huner û jiyana hevpar ava kir. Hevşaredar Dogan Hatun di axaftina girtinê de diyar kir ku dengê aştîyê dê bi huner, ziman, çand û hemû rengên civakê xurtir bibe.
Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya ku di bin mazuvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hate organîzekirin, di navbera dîrokên 12-16’ê Gulanê de bi bernameya xwe ya gur û qelebalîx a li xalên cuda yên bajêr, sernavên aştîya civakî, çareseriya demokratîk, azadiya jinê, ekolojî, çand, ziman, bîr û demokrasiya herêmî bi beşdariyeke berfireh vekir nîqaşê.
67 çalakî hatin lidarxistin
Di çarçoveya forumê de ku zêdetirî 120 kesayetên wekî akademisyen, siyasetmedar, hiqûqnas, rojnamevan, hunermend û nûnerên saziyên jinan, ekolojî û civaka sivîl beşdar bûn; 67 çalakî hatin lidarxistin ku di nav wan de panel, konferans, atolye, nîşandana fîlman, pêşangeh, lîstikên şanoyê û guhdarîkirina muzîkê hebûn.
Di dema forumê de; di rûniştinên cuda de gelek sernavên mîna zemîna hiqûqî ya aştîyê, derfetên aştîyê li Rojhilata Navîn, rojnamevaniya aştîyê, bîra civakî, rola ciwanan di siyaseta demokratîk de, mafên ziman, jiyana ekolojîk û piralîbûna çandî hatin nirxandin.
Bernameya girtinê ya forumê ya ku 5 rojan li bajêr bal kişand ser aştîyê, li Qesra Cemîl Paşa pêk hat. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogulları, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî bernameya girtina forumê bûn.
Li girtina forumê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û li ser navê koordînasyona forumê Omer Saman nirxandin kirin.
‘Me qadeke diyalogê ava kir’
Endamê Koordînasyona Forumê Omer Saman ê ku axaftina vekirinê kir, diyar kir ku forum bi armanca xurtkirina aştîya civakî hate organîzekirin û weha got: “Foruma Aştî û Azadiya Civakî; armanc dike ku zemînekî piralî ava bike ku mirovên ji beşên cuda yên civakê werin cem hev û aştî, azadî û jiyana demokratîk bi hev re nîqaş bikin. Em pê bawer in ku di nava pênc rojan de li gelek mekanên Amedê bi atolye, panel, nîşandana şano û sînemayan ên cihêreng, me qadeke diyalogê ya li ser bingeha civakê ava kir. Piştî forumê, em nîqaş û ezmûnên derketine holê wekî berheveke kolektîf dinirxînin ku dê alîkariya xurtkirina aştî û jiyana demokratîk a li bajêr bike.”
‘Aştî bi pergaleke demokratîk pêkan e’
Paşê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rêya serhêl (online) beşdarî bernameyê bû û axivî. Ehmed diyar kir ku aştîya civakî dê bi pergaleke demokratîk pêkan bibe û weha got: “Di nava salên dirêj de têgihîştina yek ziman, yek nasname û yek çandê bû sedema krîzên kûr di navbera civakan de. Li Sûriyeyê nasname û zimanê Kurdan hate înkarkirin, di navbera gelan de cudahî hate avakirin. Aştîya civakî ya rastîn; bi pergaleke demokratîk a ku tê de çand, ziman û baweriyên cuda bi awayekî wekhev tên naskirin û wekheviya jin û mêr tê mîsogerkirin pêkan e. Ji bo Sûriyeyeke nû, makezagoneke nû ya ku mafên hemû gelan hilde bin ewlehiyê şert e.”
‘Heke em bi hev re bixebitin, em ê rêya aştîyê vekirî bihêlin’
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ku forum piştî pêvajoyeke dirêj a amadekariyê hate lidarxistin. Hatun ev tişt anîn ziman: “Piştî navbereke 15 salan me ev forum li Diyabekirê ji nû ve pêk anî. Heşt mehan kedeke mezin hate dayîn. Vê forumê careke din nîşanî me da ku pirzimanî, pirçandî û jiyana hevpar çiqas girîng in. Di salên dawî de me careke din dît ku çi ji civakê hatiye kêmkirin û çand, huner, ziman û jiyana hevpar çiqasî hewcehiyên mezin in. Di nava van pênc rojan de me pir aşkere dît ku civak çiqasî hewceyî aştîyê ye. Di atolyeyan de mirovan xwest ku bêtir biaxivin, bêtir parve bikin. Ev deriyê ku vebûye dê hîn bêtir mezin bibe. Dengê aştîyê; dê bi huner, ziman, çand û hemû rengên civakê xurtir bibe. Bi pêvajoya nû ya ku di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir re, em di serdemekê de ne ku li Tirkiyeyê aştî ji nû ve tê axaftin. Ev forum jî mîna dilopeke avê ya ku ket ser axê, mîna şitilekê bû. Ew av dê wê şitila aştîyê mezin bike û pelên wê dê li tevahiya cîhanê belav bibin. Heke em bi hev re bixebitin, em ê rêya aştîyê vekirî bihêlin, jiyana pirçandî û pirzimanî hîn bêtir mezin bikin.”
‘Demokrasî garantiya aştîyê ye’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî anî ziman ku forumê bîreke girîng ava kiriye û weha got: “Aştîya civakî, azadî û edalet sê stûnên bingehîn ên demokrasiyê ne. Tirkiye îro di qonaxeke dîrokî de ye û hiqûq û demokrasî garantiya aştîyê ne. Aştî; ew e ku gel bi ziman, çand û baweriya xwe wekî hemwelatiyên wekhev bijîn. Divê em tirs û tabuyên xwe derbas bikin û destê aştîyê dirêjî hev bikin. Di vê forumê de hunermend, akademisyen û ronakbîran li ser rêbazên cuda û zimanê aştîyê nîqaş kirin. Em ê şopdarên ramanên ku li vir derketine holê bin. Çandina aştîyê ya rîs bi rîs berpirsiyariya me hemûyan e.”
Peyama Delegasyona Yekitiya Ewropayê
Delegasyona Yekitiya Ewropayê jî ji bo bernameya girtina forumê peyamek şand. Di peyamê de ev îfade hatin bikaranîn: “Em bi dilxweşî pêşwazî dikin ku li Diyabekirê di serdemeke wisa girîng de mazuvaniya foruma aştîyê tê kirin. Yekitiya Ewropayê jî projeyeke aştî û refahê ye. Beşdariya zêde û nîqaşên di forumê de pir bi nirx bûn. Em hêvî dikin ku di payîzê de li Diyabekirê hûn ji nû ve werin cem hev.”
Piştî bernameya girtinê, forum dê bi çalakiya muzîkê ya bi navê “Dengên Bîrê: Di Muzîka Kurd, Bask û Kalabriyayê de Şîn, Berxwedan û Hêvî” bi dawî bibe.
Werger: Omer Dilsoz