Forûma Aştî û Azadiya Civakî, bi konsereke pirzimanî ya ku hafizeya gelên Kurd, Bask, Îrlanda û Calabriayê anî cem hev, bi dawî bû.
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku di navbera 12-16'ê Gulanê de li ser mazuvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin, bi konsera “Dengên Hafizeyê: Di Muzîkên Kurd, Bask, Îrlanda û Calabriayê de Şîn, Berxwedan û Hêvî” ya ku li Qesra Cemîl Paşa ya dîrokî pêk hat, bi dawî bû. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdarî vê konserê bûn.
Forûma ku di nav 5 rojan de bi panel, gotûbêj, atolyeyê, nîşandana fîlman û çalakiyên çand û hunerî re sernavên wekî aştîya civakî, çareseriya demokratîk, azadiya jinan, hafize, ekolojî û jiyana hevpar nirxandin, di şeva girtinê de bi hêza muzîkê ya yekker bi dawî bû.
Stran veguherîn kora piştevaniyê
Di konserê de ku hunermendên ji erdnîgariyên cuda hatibûn derketin ser dikê û welatiyên ku Qesra Cemîl Paşa tije kiribûn eleqeyeke mezin nîşan dan, guhdaran bi stranên ku ji aliyê hunermend Suna Alan, Serdar Canan, Edward Emery, Danilo Gatto, Domenico Corapi, Francesco Loccisano, La Basu, Nerea Quincoces Ochoa, Guiseppe Pizzimenti ve hatin gotin re hevkarî kirin. Stranên ku hafizeya şîn, berxwedan û hêviyê ya gelên Kurd, Bask, Îrlanda û Calabriayê hildigirtin, bi tevlibûna guhdaran veguherîn koreke piştevaniyê ya hevpar. Di dema konserê de çepikên temaşevanan û dengên ku bi stranan re dibûn yek, atmosfera aştî û azadiyê ya forûmê ya ku bi rojan e berdewam dikir, bi coşeke mezin tacîdar kir.
Hunermendan peyamên aştîyê dan
Hunermendên ku di çalakiyê de derketin ser dikê, bal kişandin ser wê yekê ku muzîk zimanekî bihêz e ku êşan xuya dike û li ser paşeroja hevpar hêviyan ava dike û peyamên aştîyê dan. Hunermendan bi performansên xwe tabloyeke ku ezmûnên berxwedan û şînê yên çandên cuda vediguherîne aştîyê, li Amedê dan jiyandin.
Hemû hunermendan bi hev re got
Konser, bi derketina hemû hunermendan a li ser dikê ya bi hev re û bi stranên ku bi zimanên xwe gotin bi dawî bû. Melodiyên ku hafize û biriqîna çandî ya gelên cuda hildigirtin, şevê bi peyamên jiyana hevpar û piştevaniyê temam kir.
Werger: Omer Dilsoz
