Print this page

Di çalakiya Cejna Zimanê Kurdî de zarok bi dilê xwe şa bûn

Di "Festîvala Zarok û Ciwanan" de ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de hat lidarxistin, zarok di atolyeyên werziş, huner û lîstikan de hatin ba hev. Di çalakiya ku tê de stranên kurdî hatin gotin, bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê. Hevşaredar Dogan Hatun jî tevli festîvalê bû û bi zarokan re tenîsa masê lîst.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ji bo zarok û ciwanan festîvalek li dar xist. "Festîvala Zarok û Ciwanan" a ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve hat birêvebirin, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê pêk hat. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, serokên daîreyan, gelek zarok û malbatên wan tevli festîvalê bûn. Di festîvala ku di nava rojê de berdewam kir de, zarokan di qadên lîstik û atolyeyên cihêreng de hem wextên xweş derbas kirin hem jî beşdarî çalakiyên curbecur bûn.

Zarok di çalakiyên cihêreng de gihan hev

Li qada festîvalê ji bo zarokan dîwarê hilkişînê yê bofkirî, qaleyên futbolê, potayên basketbolê, trambolîn, tenîsa masê, langirt û qadên muzîkê hatin avakirin. Her wiha atolyeyên hunera ebrûyê (wenesaziya li ser avê), boyaxkirina dar û kûpên seramîkê jî rastî eleqeyeke mezin a zarokan hatin. Di çalakiyan de ku di nava rojê de hatin lidarxistin, zarokan lîstik lîstin û beşdarî çalakiyên werzişê bûn, di konsera muzîkê de jî stranên kurdî strandin.

Bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê

Li qada festîvalê fîgurên astengê (rext) û dîtbariyên cihêreng ên ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikirin jî cih girtin. Di dirêjahiya çalakiyê de girîngiya parastin û pêşxistina zimanê dayikê hat destnîşankirin.

Hevşaredar Hatun bi zarokan re tenîsa masê lîst

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun qada çalakiyê geriya û bû şirîkê lîstikên zarokan. Hevşaredar Hatun ji nêz ve bi zarokan re eleqedar bû, qadên lîstikê geriya, çalakî şopandin û bi zarokan re tenîsa masê lîst.

Festîval, bi muzîk û lîstikên ku zarokan pê wext borandin, berdewam kir.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery