Komxebata "Avakirina Dubare ya Bajarên bi Zarokan re" hat lidarxistin

Di komxebata "Avakirina Dubare ya Bajarên bi Zarokan re" de ku li Amedê hat lidarxistin, mijarên mîna mafên zarokan, polîtîkayên bajêr, xizanî, cudakarî û berpirsiyariya giştî hatin gotûbêjkirin. Beşdaran tewzîh kir ku divê zarok ne tenê wekî wergirên xizmetguzariyan, lê wekî navenda jiyana bajêr jî bên hesibandin.

Komxebat bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Pêşî Zarok bi temaya mafên zarokan pêk hat. Di komxebatê de ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve hat birêvebirin; li ser xuyabûna zarokan a di jiyana bajêr de, gihîştina wan a bi qadên giştî yên ewle, mafên wan ên çandî û beşdariya wan a di pêvajoyên biryargirtinê de nirxandinên berfireh hatin kirin. Nûnerên rêveberiyên herêmî, parêzvanên mafên zarokan, rêxistinên civaka sivîl û gelek mêvan beşdarî vekirina komxebatê bûn.

“Bajêr zarokan wekî navend nabînin”

Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvî Tunç di axaftina vekirina komxebatê de diyar kir ku plansaziyên bajarî yên heyî bi têgihîştineke wisa hatine avakirin ku hewcedariyên zarokan li ber çavan nagirin.

Tunç destnîşan kir ku zarok di jiyana bajêr de hatine nexuyakirin û got ku nebûna xetên derbaskirina peyayan ên ewle, kêmasiya qadên lîstikê û neasankariya gihîştina qadên giştî rasterast mafê bajarvaniyê yê zarokan binpê dike. Tunç wiha peyivî: “Bajarên ku em îro tê de dijîn, bi giranî li ser bingeha têgihîştineke plansaziyê ya ku pêşîniyê dide hewcedariyên mezinan têne teşekirin. Xaçerê ku xetên peyayan ên ewle lê nînin, derdora dibistanan ku hewcedariyên zarokan ên lîstik û bêhnvedanê nahesibînin, û parkên ku gihîştina wan ne hêsan e, rê li ber beşdariya wekhev û ewle ya zarokan a di jiyana bajêr de digirin.”

‘Zarokên kurd bi newekheviyên pirtebeqe re rû bi rû ne’

Tunç di axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ku zarokên kurd dikişînin û tewzîh kir ku zarok ne tenê ji ber mercên fîzîkî, lê ji ber cudakariya li ser bingeha nasnameyê jî tên durbexşandin. Tunç diyar kir ku zarokên kurd bi gotinên nefretê, cudakarî û xetereya qutbûna bi darê zorê mezin dibin û wiha got: “Gelek zarok tenê ji ber nasnameya xwe, di bin xetereya qutkirina ji malbat, ziman, tax û qadên xwe yên jiyanê de ne.”

Ji zarokan daxwaza hewz û pirtûkxaneyan

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman ê ku di komxebatê de mafê axaftinê girt, daxwazên ku di çarçoveya xebatên budçeya beşdar de ji zarokan hatine parve kirin.

Saman diyar kir ku di hevdîtinan de nêzî 15 hezar zarokan daxwaza hewza avjeniyê û nêzî hezar zarokan jî daxwaza pirtûkxaneyê kirine. Saman anî ziman ku wekî rêveberiya herêmî armanca wan ew e ku di demeke kurt de van daxwazan bi cih bînin û bal kişand ser girîngiya berçavgirtina rasterast a hewcedariyên zarokan.

“Divê polîtîkayên civakî veguhêzbar bin”

Saman di pêşkêşkirina xwe de destnîşan kir ku xebatên ji bo zarokan tenê ji pêşkêşkirina xizmetguzariyê pêk nayên, ew bi perspektîfa mafên zarokan, wekheviya civakî û berpirsiyariya giştî tevgeriyane. Saman diyar kir ku xizaniya kûr a li bajêr, qutbûna ji perwerdeyê, karkeriya zarokan û şikestinên psîkososyal, fersendê dide ku polîtîkayên li ser zarokan ji nû ve bên nirxandin û ev nirxandin kir:

“Divê polîtîkayên civakî yên ji bo zarokan ne tenê wekî parastkar, lê di heman demê de di çarçoveyeke veguhêzbar de jî bên bidestgirtin. Ji ber vê yekê xebatên me ji xizmetên seretayî yên zaroktiyê bigire heta piştgiriyên perwerdeyê, ji xebatên qadê yên li ser bingeha taxan heta destwerdanên psîkososyal ên piştî karesatan, di nav pêkhateyeke piralî de tên meşandin.”

‘Divê dengê her zarokekî bête bihîstin’

Hatîce Goz a ku di komxebatê de axivî, diyar kir ku di nîqaşên mafên zarokan de divê nêzîkatiyeke giştgîr bibe esas. Goz da zanîn ku dema mirov behsa mafê zarokekî dike, divê pirsgirêkên mîna birçîbûn, xizanî û îstîsmara di nava malê de jî li ber çavan bên girtin û bang kir ku pêşîni bide komanên dezavantaj.

Goz diyar kir ku meclisên zarokan ên hatine avakirin divê ne tenê bibin mekanîzmayên ku dengê herêmên diyar, lê dengê zarokên ku li kolanan dixebitin, di konbajaran de dijîn û yên ku nexuya hatine hiştin jî bidin bihîstin û got: “Em dikarin jiyanekê bi hev re ava bikin ku zarok ne tenê di parkan de, lê di her kolaneke taxê de bi ewlehî û rûmeta xwe hebin.”

Binpêkirinên mafan ên piştî erdhejê hatin rojevê

Di çarçoveya komxebatê de Rêveberê Projeya Komeleya Pêşî Zarok Mazlum Menguç, rapora lêkolîna qadê ya binpêkirina mafên zarokan a ku derbarê pirsgirêkên zarokan ên piştî erdhejê hatibû amadekirin, pêşkêş kir.

Di pêşkêşkirinê de bi taybetî bal hat kişandin ser pirsgirêkên di warên stargeh, perwerde, piştgiriya psîkososyal û ewlehiyê de.

Li aliyê din, Ezgî Koman jî li ser lawazbûna gav bi gav a berpirsiyariya giştî ya di warê maf û azadiyên zarokan de li Tirkiyeyê nirxandin kirin.

Komxebat dê berdewam bike

Komxebata "Avakirina Dubare ya Bajarên bi Zarokan re", dê bi atolyeyên zarokan, rûniştinên nîqaşên giştî, pêşniyar û rexneyan berdewam bike.

Di dawiya komxebatê de pêşniyarên polîtîkayê yên ku dê beşdariya çalaktir a zarokan di jiyana bajêr de dabîn bikin, ji bo raya giştî bên parvekirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery