Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), beriya Cejna Qurbanê li seranserî bajêr ji cihên firotin û serjêkirina qurbanan bigire heta serdanên goristanan, ji paqijiyê heta veguhastinê, ji kontrolan heta xizmetên veterineriyê di gelek mijaran de civîneke amadekariyê li dar xist. Di çarçoveya xebatan de tedbîrên hîjyen, tenduristiya jîngehê û veguhastinê hatin zêdekirin; her wiha cihên serjêkirinê, cihên firotinê û bihayên serjêkirinê yên sala 2026’an hatin ragihandin.
Di koordînasyona Rêveberiya Şaxê Tenduristiya Giştî û Kontrolê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê de, bi armanca ku welatî beriya Cejna Qurbanê û di dema cejnê de cejneke saxlem, aram û di şert û mercên hîjyenîk de derbas bikin, civîneke amadekariyê hat lidarxistin. Beşdarên civîna ku li avahiya xizmetê ya şaredariyê hat kirin; serokatiyên daîreyan ên peywendîdar ên Şaredariya Bajarê Mezin, Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ’yê û rêveberiyên şaredariyên navçeyên navendî bûn. Di civînê de, ji cihên firotin û serjêkirina qurbanan heta serdanên goristanan, girtina tedbîran di gelek mijaran de hat bidestgirtin.
Daîreya Karên Tenduristiyê dê koordînasyonê dabîn bike
Li gorî biryarên ku di civînê de hatine girtin, Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê dê ji bo amadekirina cihên firotina heywanên zindî û cihên serjêkirina qurbanan û kontrolkirina wan di dema cejnê de, koordînasyonê di navbera serokatiyên daîreyan ên peywendîdar û şaredariyên navçeyan de dabîn bike.
Dema ku li cihên serjêkirina qurbanan xebatên dezenfeksiyonê tên kirin, dê li dijî mêşên reş, pêşû û wektorên din jî xebatên dermankirinê bên meşandin. Her wiha paqijiya qadên goristanan dê bête dabînkirin û di dema serdanên welatiyan de agahdarkirinên pêwîst bên kirin.
Bijîşkên veteriner dê li ser peywirê bin
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Veterineriyê ve, bi armanca avakirina hawirdoreke hîjyenîk li cihên serjêkirina qurbanan, dê bijîşkên veteriner bên peywirdarkirin. Ji bo destwerdana heywanên mezin ên ku di dema cejnê de direvin, tîmên girtinê (girtina heywanan) jî dê amade bin.
Paşmayî dê rojane bên avêtin
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ve, ji bo avêtina paşmayiyên (gemarên) ku dê li cihên firotin û serjêkirinê çêbibin, bi şaredariyên navçeyan re xebateke koordîneyî dê bête meşandin. Li qadan dê bi hejmareke bes konteynerên çopê û kîsên çopê bên amadekirin, li gorî qelebalixiyê xebatên paqijiyê dê rojê du caran bên kirin.
Ji bo paqijiya berfireh li hemû qadên firotin û serjêkirina heywanan, bi hejmareke bes arazozên avdanê (tangerên avê) dê amade bin; her wiha beriya roja erefeyê li goristanan xebatên paqijiyê bên kirin.
Tîmên zabiteyan dê kontrolên xwe zêde bikin
Tîmên Serokatiya Daîreya Zabiteyan, di dema cejnê de dê li cihên firotin û serjêkirinê yên diyarkirî peywirê bikin. Ji bo pêşîgirtina li serjêkirinên li cihên bêdestûr, dê kontrol bên zêdekirin.
Ji bo serdanên goristanan otobûs dê bên terxankirin
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve, ji bo ku welatî di roja erefeyê û piştî nimêja cejnê de serdanên xwe yên goristanan bikin, otobûs dê bên veqetandin.
Li Borseya Heywanên Zindî tedbîrên hîjyen û ewlehiyê dê bên zêdekirin
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Sazî û Hevparî de, li Borseya Heywanên Zindî şert û mercên hîjyenê dê bên dabînkirin, piştî serjêkirinê karên paqijî û dezenfeksiyonê bên kirin.
Di rewşa rûdana kêmasiyan de di wesayîtên konteyneran ên ku ji aliyê Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Navçeya Sûrê ve tên dabînkirin, dê piştgiriya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê bête girtin. Her wiha li dijî egera revîna heywanan, tîmên girtinê dê bên avakirin.
Agirkujî (îtfaîye), binesazî û xizmetên piştgiriyê dê amade bin
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê (Îtfaiye), di dema hewcedariyê de dê li hemû qadên firotin û serjêkirina heywanan bi hejmareke bes wesayîtên agirkujiyê amade bike.
Piştgiriya tankerên avê dê bête dabînkirin
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Park, Baxçe û Qadên Hêşîn ve, di dema hewcedariyê de ji bo şaredariyên navçeyan piştgiriya tankerên avê bête dayîn. Ji bo şandina qadên serjêkirinê li Borseya Heywanên Zindî, di dema cejnê de tankereke avê dê amade bête hîştin.
Şaredariyên navçeyan dê rêberiya qadên firotin û serjêkirina qurbanan bikin
Şaredariyên navçeyan, di nava sînorên xwe de dê ji rêberî, kontrol, paqijî û ewlehiya qadên firotin û serjêkirina qurbanan berpirsiyar bin. Şaredariyên Kayapinar, Baxlar û Yenîşehîrê dê cihên nû yên serjêkirinê diyar bikin; ji bo pêşîgirtina li firotin û serjêkirinên bêdestûr tîmên zabiteyan dê peywirê bikin.
Cihên serjêkirinê û firotinê hatin diyarkirin
Cihên serjêkirina qurbanan ên sala 2026’an ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine diyarkirin ev in: li navçeya Sûrê kombînayên Kamer-Et û Guler-Et; li Baxlarê Tesîsên Entegre yên Beymir-Et û qadên li taxên Yunus Emre û Ovunduler; li Yenîşehîrê Lojmanên Kurdoglu û Bazara Malên Komî ya Uçkuyularê; li Kayapinarê jî Talaytepe, qada sîstema germkirina navendî ya kevin û garaja navçeyê ya kevin.
Cihên firotina qurbanan jî wekî Borseya Heywanên Zindî ya Şaredariya Bajarê Mezin, garaja navçeyê ya kevin, Kayapinar Talaytepe, çewlikên xwedîkirina heywanan a Taxa Yeşilvadiyê û Bazara Sûkê ya Malên Komî ya Uçkuyularê hatin diyarkirin.
Bihayên serjêkirinê hatin aşkerekirin
Li seranserê bajêr bihayên serjêkirina qurbanan û xercê bikaranîna tesîsan ên sala 2026’an jî hatin aşkerekirin. Li gorî vê yekê, bihayê serjêkirina heywanên mezin wekî 8 hezar TL, bihayê serjêkirina heywanên piçûk jî wekî 1.500 TL hat diyarkirin. Li qadên ku Şaredariya Bajarê Mezin diyar kirine, ji bo bikaranîna qadê tu xercek ji welatiyan nayê girtin.
Werger: Omer Dilsoz