Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ’yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya qonaxa 2’yemîn a Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê de enbareke nû ya ava vexwarinê ya bi qasî 20 hezar metrekûpî ava dike û rêjeya çêkirina wê gihîşt ji sedî 97’an. Bi vê enbara nû re, kapasîteya parzûnkirina ava vexwarinê ya rojane dê ji 260 hezar metrekûpî bibe 520 hezar metrekûp û bi vî rengî ewlehiya avê ya demdirêj a bajêr dê bibe xurtkirin.
Rêveberiya Giştî ya Îdaeya Av û Kanalizasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li gorî zexta nifûsa ku her diçe zêde dibe û hewcedariyên ewlehiya avê ya demdirêj, di veberhênana Tesîsa Parzûnkirina Ava Vexwarinê ya Qonaxa 2’yemîn de gihîşt qonaxeke krîtîk. Têmela tesîsa ku di 31’ê Cotmeha 2025’an de hatibû avêtin, piştî ku bikeve xizmetê, di enbara nû ya ava vexwarinê ya bi qasî 20 hezar metrekûpî de ya ku dê dabeşkirina hevseng a ava parzûnkiriye dabîn bike, rêjeya pêşveçûnê derket asta ji sedî 97’an.
Enbar dê di navbera sîstema parzûnkirinê û şebekeya bajêr de hevsengiyê çêbike
Enbara nû ya ku xwedî kapasîteya 20 hezar metrekûpî ye, dê bibe sedem ku ava ji tesîsa parzûnkirinê derdikeve, li gorî guherînên xerckirina di nava rojê de bi rengekî hevseng bête birêvebirin. Avahî dê di navbera xeta parzûnkirinê ya sereke—ya ku di unîteyên tevlîkerê lezgin, rûniştker û parzûnê de teşe digire—û şebekeya bajêr de wekî tampon (hevsengker) peywirê bigire ser xwe. Bi vî rengî, cudahiyên debiyê yên li derketina parzûnê, bêyî ku rasterast bandorê li sîstema dabeşkirinê bikin dê di bin kontrolê de bên girtin.
Xeta nû ya gihandinê dê bi şebekeya Kayapinarê re bête girêdan
Di xeta ava vexwarinê de ya bi çapa 1.200 mîlîmetreyî ku dê entegrasyona şebekeya bajêr dabîn bike, xebatên kolandinê berdewam dikin. Xeta navborî dê enbara nû bi şebekeya ava vexwarinê ya heyî ya Kayapinarê ve girêbide û dê bibe sedem ku ava parzûnkiriye bibe şandin li ser aksa rojava ya bajêr. Bi xêra vê girêdanê, tesîsa nû dê bi binesaziya dabeşkirinê ya heyî re bi hev re bixebite û dê bibe alîkar ji bo parastina hevsengiya zexta şebekeyê.
Kapasîteya parzûnkirina ava vexwarinê li ser asta bajêr dê du qat bilind bibe
Piştî ku Tesîsa nû ya Parzûnkirina Ava Vexwarinê bi hemû beşên xwe ve bikeve xizmetê, kapasîteya parzûnkirina ava vexwarinê ya rojane ya Amedê dê ji 260 hezar metrekûpî derkeve 520 hezar metrekûpî.
Ev zêdebûna kapasîteyê, li dijî projeksiyonên nifûsê û rîskên hişkayiyê yên ji ber avhewayê, di nav veberhênanên binesaziyê yên stratejîk de cih digire ku dê ewlehiya avê ya navîn û demdirêj a bajêr xurt bike. Tê pêşbînîkirin ku enbara nû ya 20 hezar metrekûpî ya ku gihîştiye qonaxa qedandinê jî di birêvebirina hevseng a vê kapasîteyê de roleke diyarker bigire ser xwe.
Werger: Omer Dilsoz