Di daxuyaniya encamnameya “Atolyeya Avakirina Bajarên bi Zarokan Re” de ku li Amedê hat lidarxistin; karkeriya zarokan, qutbûna ji perwerdeyê, zewacên di temenê piçûk de, mafê zimanê dayikê, piştgiriya psîkososyal û tevlêbûna zarokan di pêvajoyên biryargirtinê de wekî qadên pirsgirêkên sereke derketin pêş. Di encamnameyê de hat gotin ku zarok ne “kesên ku divê bêne parastin” in, lê kirdeyên çalak ên bajêr in; ji bo polîtîkayên giştî yên ku mafên zarokan dixin navendê, bang li rêveberiyên herêmî û saziyên giştî hat kirin ku bi hev re têbikoşin.
Atolyeya ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Pêşî Zarokhat lidarxistin, piştî rûniştin û atolyeyên ku du rojan dom kirin, bi daxuyandina encamnameyê bi dawî bû. Di atolyeya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan ve hat organîzekirin; saziyên ku di qada mafên zarokan de dixebitin, akademisyen, hiqûqnas, perwerdekar, pisporên xizmetên civakî û nûnerên civaka sivîl hatin cem hev.
Di roja duyemîn a atolyeyê de di bin sernavên mafên zarokan, modela bajarê beşdar, berpirsiyariya giştî û qadên azadiya zarokan de atolye hatin lidarxistin. Daneyên ku ji atolyeyan hatin girtin veguherîn encamnameyeke berfireh. Rêveberê Projeya Komeleya Pêşî Zarok Mazlum Menguç encamname xwend.
‘Zarok ne kesên pasîf in’
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku zarok ne tenê kesên ku divê bêne parastin in, ew kirdeyên çalak ên bajêr in. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zarok; kirdeyên ku bajêr dijîn, diceribînin, rexne dikin, daxwaz dikin û pêşniyarên çareseriyê tînin."
Hat diyarkirin ku xebata bi zarokan re ne qadeke "alîkarî-navend" e, û hat diyarkirin ku mafên zarokan yek ji berpirsiyariyên bingehîn ên jiyana giştî ye.
Alarma karkeriya zarokan û qutbûna ji perwerdeyê
Di dane û nirxandinên pisporan ên ku di atolyeyê de hatin parvekirin de, bal hat kişandin ser ku pirsgirêkên ku zarok li herêmê pê re rû bi rû dimînin bûne sîstematîk. Hat diyarkirin ku bêparbûna aborî, lêçûnên perwerdeyê û kêmasiya piştgiriya psîkososyal dibe sedem ku zarok ji perwerdeyê dûr bikevin; hat destnîşankirin ku karkeriya zarokan û zewacên di temenê piçûk de hîn jî di nav pirsgirêkên belavbûyî de ne.
Hat tevgerandin ku ev tabloya heyî ne ji tercîhên kesane ye; ji ber bêhevsengiyên aborî, rolên zayendiya civakî û polîtîkayên civakî yên kêm pêk tê.
‘Lîstik, çand û huner mafên bingehîn in’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têgihîştina bajarê dostê zarokan tenê bi veberhênanên binesaziyê sînordar nîne; park, pirtûkxane, qadên werzişê, navendên çand-hunerê û atolye ji bo zarokan qadên mafên bingehîn in.
Pirsgirêkên ku zarokên astengdar di gihîştina qadên giştî de dijîn, tengbûna qadên tevgera keçan di qada giştî de û negehiştina zarokên malbatên koçber ji xizmetan re jî di nav sernavên girîng de bûn.
Girîngiya zimanê dayikê û tevlêbûnê
Di daxuyaniyê de ku hat destnîşankirin xweîfadekirina zarokan bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e, hat diyarkirin ku divê pergala perwerdeyê veguhere avaniyeke ku piralûbûna çandî bingeh digire.
Hat diyarkirin ku meclîsên zarokan û mekanîzmayên tevlêbûnê divê ne wekî "vîtrîn" bin, û banga modelên demokratîk ên ku zarok rasterast di pêvajoyên biryargirtinê de xwedî gotin in hat kirin.
Bang li rêveberiyên herêmî û saziyên giştî
Di daxuyaniya encamnameyê de, ji rêveberiyên herêmî hat xwestin ku stratejî û budceyên li ser bingeha mafên zarokan ava bikin. Daxwaz hat kirin ku li ser asta taxan navendên perwerdeyê yên belaş, qadên lîstikê yên ewle, yekeyên piştgiriya psîkososyal û qadên çand-hunerê yên hêsan bêne berfireh kirin.
Ji saziyên giştî yên navendî re jî banga pêşxistina nêzîkatiyek giştî hat kirin ku mafên zarokan di navendê de digire û polîtîkayên xizmetên civakî yên parastin û pêşîlêgirtinê xurt dike.
‘Ev daxuyanî destpêkek nû ye’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêkhateyên atolyeyê; vîna hevpar a ji bo lidarxistina civînên çavdêriyê yên birêkûpêk, avakirina komên xebatê yên tematîk û organîzekirina hevdîtinên nû yên ku zarok rasterast beşdar dibin nîşan dane û hat gotin: “Ev daxuyanî, ne xala dawiyê ye, destpêka paragrafeke nû ye. Gotina me, li gel gotina zarokan e.”
Wergêr: Omer Dilsoz
