Di Atolyeya Kerpîçê de ku li ser navê Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat organîzekirin, xwendekarên zanîngehê û zarokên pêşdibistanê hatin bal hev û bi awayekî pratîkî materyalên avahiyê yên sirûştî ceribandin.
Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, bi armanca ku welatî têkiliyeke bihêztir bi xwezayê re deynin û hişmendiyeke ekolojîk ava bibe, li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê mazuvaniya xwendekaran dike. Xwendekarên Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Dîcleyê, di çarçoveya komxebatê de ku berê li dar xistibûn, beşdarî Atolyeya Kerpîçê bûn a ku li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê ya li ser rûberekî 7 hezar metrekare bi temamî ji materyalên vezîvirandinê hatî avakirin, bûn. Di çalakiyê de ku xwendekarên pêşdibistanê yên dibistaneke taybet jî tê de cih girtin, ji aliyê Koordînatorê Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê Bişar Îçlî ve rû bi rû hat nîşandan ku materyalekî girîng mîna kerpîçê çawa di qalibên pîvanên rastî de tê rijandin; xwendekaran bi pratîka sepandinê bal kişandin ser girîngiya kerpîçê.
‘Avahiyên sirûştî yên li gorî avhewayê’
Koordînatorê Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê Bişar Îçlî ku agahî da ser xebatê, diyar kir ku wan avahiyên sirûştî ji xwendekaran re rave kirine û weha got:
“Bi taybetî ji bo ku zarok xwelî (ax) û avahiyên têkildar fam bikin, di heman demê de me ji bo xwendekarên zanîngehê li ser reçeteyên cuda yên ji bo atolyeya kerpîçê, li ser avahiyan fikirî. Ev bi temamî cureyên axê yên di xwezayê de ne. Me bi xwendekaran re li ser rênaseke di destê me de, li ser formulekê xebat meşandin, ev tiştekî watedar bû. Ligel avahiyên klasîk, me xebateke agahdariya pêşîn li ser çawaniya çêkirina avahiyên kerpîçî kir.”
‘Armanc, handana bikaranîna kerpîçê ye’
Doç. Dr. Şefika Ergin a ku li Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Dîcleyê wezîfedar e, diyar kir ku wan bi 10 xwendekarên zanîngehê û xwendekarên pêşdibistanê re xebateke sepandinê meşandine ku armanc jê handana bikaranîna materyalên avahiyê yên sirûştî ye. Ergin anî ziman ku wan armanc kiriye hişmendiya li ser çawaniya bikaranîna materyalên sirûştî di avahiyan de di temenê piçûk de bidin qezenckirinê, di heman demê de armanc kirine ku sepandina van materyalan nîşanî xwendekarên mîmariyê jî bidin. Ergin got ku bi vê sepandinê re, armanc ew e ku materyalên avahiyê yên sirûştî berbelavtir werin bikaranîn.
‘Em dixwazin zarok siberojeke mayînde fêr bibin’
Xwendekarê Fakulteya Mîmariyê Adem Turelî jî destnîşan kir ku çalakî bikêrhatî derbas bûye û weha got:
“Em dixwazin tevî mamosteya xwe zarokan ji niha ve tevli pêvajoyê bikin. Em dixwazin ew kerpîç û avahiyên sirûştî fêr bibin, zarok siberojeke domdar (mayînde) fêr bibin. Wek xwendekarên mîmariyê, em berevaniya mîmariya domdar dikin. Em ji bo vê yekê dixebitin.”
Xwendekara Fakulteya Mîmariyê Rana Fidan Akman jî anî ziman ku wan çalakiyeke cuda kiriye û weha axivî:
“Derdaskirina wextê bi piçûkan re li ser kerpîç, ax û xebatên domdar pir kêfxweş bû. Me xwest em çêkirina tiştekî bi axê, domdariyê, kerpîçê û roja me ya îro bi zarokan bidin naskirin.”
Werger: Omer Dilsoz