Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Bulvara Firatê ku yek ji xetên herî girîng ên veguhastinê ya navçeya Peyasê (Kayapinar) ye, xebatên nûkirina binesazî û rûsaziyê qonax bi qonax didomîne û li bulvarê dest bi darijindina asfalta germ kir.
Di bin koordînasyona Daîreya Çêkirin, Parastin û Temîrkirina Rêyan de, li Bulvara Firatê ya ku 50 metre fireh e û li sînorên navçeya Peyasê cih digire, xebatên nûkirina binesazî û rûsaziyê berdewam dikin. Li bulvarê ku ji bo veguhastina navbajar yek ji xeterêka (arter) sereke û girîng e, xebat qonax bi qonax tên meşandin.
Xebatên xeta ava baranê bi dawî bûn
Di çarçoveya xebatan de; li ser Bulvara Firatê, di navbera qasidê Bulvara Selahedînê Eyûbî û Kolana Emekê de (ber bi aliyê çûyîna Kolana Emekê ve), ji bo nûkirina binesaziya heyî ya ku ji aliyê teknîkî ve kêm dima, hilberîn hatin kirin.
Di vê çarçoveyê de li herêmê xetên drenajê yên ava baranê hatin çêkirin û li seranserê rûberê xebatên başkirina zemînê jî bi dawî bûn.
Dest bi rijiya asfalta germ hat kirin
Piştî xebatên binesazî û başkirina zemînê, dor hat hilberînên rûsaziyê. Li bulvarê dest bi xebatên rijiya asfalta germ (ku wekî tebeqeya bingehîn a bîtûmî tê bikaranîn) hat kirin û sepanên asfaltê yên tîman li seranserê xetê berdewam dikin.
Ligel van xebatên ku tên meşandin, armanc ew e ku ewlehiya veguhastinê û rehetiya ajotinê werin zêdekirin.
Xebatên peyarêkan, ronahîkirin û peyzajê dê werin kirin
Di çarçoveya projeyê de ne tenê xebatên nûkirina rê, lê belê nexşandinên ku dê estetîka giştî ya bajêr û bulvarê xurt bikin jî dê werin pêkanîn. Li gel nûkirina binesaziya ava baranê ya li seranserê xetê; dê rûyên nû yên peyarêkan werin çêkirin, dîrekin modern ên ronahîkirinê werin danîn û nexşandinên peyzajê werin pêkanîn.
Armanc veguhastineke modern û rehet e
Bi temamkirina qonaxa yekem a xebatên asfaltê; tê armanckirin ku li Bulvara Firatê rehetiya veguhastinê were zêdekirin, pirsgirêkên ji ber binesaziyê dertên werin çareserkirin û bulvar bibe xwedî dîmenekî modern ê bajêr.
Werger: Omer Dilsoz
Â
