Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevli çalakiya Şeva Welîmeya Amedê ya ku li Mala Wêjeyê ya Amedê hat lidarxistin bû. Bucak bal kişand ser geşedana dîrokî ya têkoşîna jinan û destnîşan kir ku divê jin zemînên têkoşîna hevpar xurt bikin.
Mêvana vê hefteyê ya Şeva Welîmeya Amedê ku her hefte li Mala Wêjeyê ya Amedê tê lidarxistin û armanca wê zindîkirina hevdîtinên çandî yên serdemên berê ye, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bû. Tevli Bucakê, endamên Meclîsa DBB'ê, wêjevan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Helbestvan Lal Laleş diyar kir ku wan sêyemîn çalakiya xwe li dar xistiye û mijara jinan girtine rojeva xwe.
Hevşaredar Bucak di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew dixwaze li şûna polîtîkayên jinan ên rêveberiyên herêmî, bêtir qala paşxaneya dîrokî ya têkoşîna jinan û bi taybetî jî qala ezmûnên tevgera jina Kurd bike.
‘Têkoşîna jinan têkoşîneke civakî ya pir kokdar e’
Hevşaredar Bucak da zanîn ku têkoşîna jinan wekî dîroka mirovahiyê kevn e û anî ziman ku ev têkoşîn ligel pêvajoyên hişyarbûna civakan, gihîştiye zemînekî bêtir xuya û rêxistinkirî. Bucak destnîşan kir ku jinan li dirêjahiya dîrokê ji bo mafên siyasî, aborî û civakî têkoşiyane û îro jî jin ji bo mafê jiyanê, ji bo keda nepen, ji bo berdêla wekhev li hemberî karê wekhev û li dijî tundiyê têkoşînê dimeşînin.
Hevşaredar Bucak da xuyakirin ku tevgera jinan ne tenê ya herêmî, veguheriye xeteke têkoşînê ya gerdûnî û anî ziman ku jin li dijî pergalên hegemonîk berxwedaneke hevpar pêş dixin.
Ji Şoreşa Fransayê heta roja me ya îro tevgerên jinan
Hevşaredar Bucak di axaftina xwe de qala geşedana dîrokî ya tevgerên jinan kir û diyar kir ku ji serdema Şoreşa Fransayê ya sala 1791'an û vir ve, jinan li ser xeta "maf ne tenê aydî mêran in" têkoşîn meşandine. Bucak da zanîn ku têkoşîna jinan a ji bo mafê hilbijartin û hatina hilbijartinê bingeha tevgerên femînîst ava kiriye û bi taybetî tevgera 'sûfrajat' (suffragette) di dîroka mafên jinan de şikestineke girîng çêkiriye.
‘Jin di navenda şeran û tundiya piralî de ne’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku îro jin di nava jîngeheke tundî û şer a giştî de têkoşîna jiyanê didin û diyar kir ku tundiya li ser jinan, nikare ji polîtîkayên şer ên ku li dijî civakan tên meşandin serbixwe were girtin. Bucak da xuyakirin ku jin bi şêwazên piralî yên tundiyê re rû bi rû ne û li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li cîhanê di her 10 hûrdeman de jinek tê kuştin. Hevşaredar Bucak anî ziman ku şer, pevçûnên navxweyî û polîtîkayên dewletan rasterast bandorê li jiyana jinan dikin.
‘Mafê jinan mafê mirovan e’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku tevgerên jinan di asta navneteweyî de ev salên dirêj in têkoşînê dimeşînin û destnîşan kir ku Konferansa Pekînê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku di sala 1995'an de hat lidarxistin, ji bo mafên jinan xaleke werçerxanê ya girîng bû. Bucak anî ziman ku nêzîkatiya “Mafê jinan mafê mirovan e” ya ku di konferansê de derketiye holê, zemînekî girîng afirandiye ku tevgerên jinan ên navneteweyî dike yek. Lê belê Bucak destnîşan kir ku di xala ku îro gihîştiyê de tevgerên jinan bi xetimîneke cidî re rû bi rû ne û ev krîz ji nirxandinên ku di sala 2025'an de di çarçoveya 30 saliya Konferansa Pekînê de hatine kirin jî bi aşkereyî tê dîtin.
‘Êrîşên li ser destkeftiyên jinan dijwar bûne’
Hevşaredar Bucak da zanîn ku êrîşên li ser mafên jinan di salên dawî de zêde bûne û diyar kir ku dewlet-neteweyan wekheviya zayenda civakî ji rojeva xwe ya polîtîk derxistine. Bucak destnîşan kir ku destkeftiyên jinan nayên dîtin û anî ziman ku tevî ku tevgerên jinan di asta gerdûnî de têkoşîneke hevpar dimeşînin jî, avahiya parçekirî hîn nehatiye derbaskirin. Bucak diyar kir ku ev rewş ji aliyê pergalên serdest ve wekî amûrekê tê bikaranîn û destnîşan kir ku divê jin zemînên têkoşîna hevpar xurt bikin.
‘Li gelek deverên cîhanê qirkirina jinan heye’
Hevşaredar Bucak di axaftina xwe de anî ziman ku li erdnîgariyên cuda yên cîhanê binpêkirinên giran ên mafên jinan pêk tên û bal kişand ser bûyerên destavêtina komî ya li Hindistanê û qirkirina jinan a li Amerîkaya Latîn û Afrîkayê. Bucak da zanîn ku jin bi polîtîkayên tundî û mêtingeriya sîstematîk re rû bi rû ne û tekezî li ser girîngiya mezinbûna piştgiriya jinan û têkoşîna hevpar kir.
'3 jinan ezmûneke dîrokî li pey xwe hildan'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser ezmûna têkoşîna dîrokî ya jinên Kurd jî û diyar kir ku vîna hebûna jinan di siyasetê de dispêre raboriyeke pir kokdar û destnîşan kir ku divê xwedî li vê hafizayê (bîreweriyê) were derketin. Bucak bi bîr xist ku di sala 1978'an de li Hewengê (Hilvan) sê jinan endamtiya meclîsa şaredariyê bi dest xistine û weha got: “Ev îddîaya rêveberiyên herêmî û îddîaya hebûna jinan di siyasetê de ewqas kokdar e ku bi dîtina min divê em li vir xurt bigirin. Berî her tiştî wekî jin, paşê jî wekî her kesê ku baweriya xwe bi têkoşîna demokratîkbûn û azadiyê tîne.”
Hevşaredar Bucak tekez kir ku Durre Kaya, Saadet Yavuz û Emine Hacıyusufoğlu yên ku li Hilvanê ketin meclîsê ezmûneke dîrokî ya girîng li pey xwe hildane û anî ziman ku pêvajoya rêveberiyên herêmî ya ku di sala 1999'an de dest pê kiriye jî têkoşîna jinan a di siyasetê de mezin kiriye. Bucak destnîşan kir ku jin di qadên cuda de têkoşîna xwe berdewam dikin û diyar kir ku têkoşîna azadî, wekhevî, edalet û aştiyê di heman demê de rasterast bi têgihîştina wekheviya di têkiliyên jin û mêr de ve girêdayî ye.
Werger: Omer Dilsoz