Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, li navçeya Sûrê tevli du çalakiyên çand û ziman bû û destnîşan kir ku "Rêber/Ferhenga Rastnivîsînê" ya ku ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye amadekirin, ji bo zimanê kurdî standardîzasyoneke girîng derxistiye holê.
Weqfa Mezopotamyayê, bi armanca çapkirin, danasîn û parvekirina xebatên akademîk ên berhema bi navê "Rêber/Ferhenga Rastnivîsînê", li Koşka Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê resepsiyonek li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, nivîskar, zimanzan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli bernameyê bûn.
Hevşaredar Dogan Hatun ê ku di resepsiyonê de axivî, spasiya zimanzan û pisporên ku nêzî neh salan e kedê didin vê xebatê kir û diyar kir ku xebatên ji bo zimanê kurdî tên meşandin gelekî bi qîmet in.
‘Ev xebat dê bibe rêber’
Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku ev xebata ku bi salan e tê meşandin ji bo zimanê kurdî standardîzasyoneke girîng derxistiye holê û diyar kir ku ferhenga hatiye amadekirin dê ji niha û pê de ji bo kesên ku li ser zimanê kurdî xebatan dimeşînin bibe rêber. Hevşaredar Hatun anî ziman ku ev xebat çavkaniyeke girîng e ku her kes dikare jê sûd wergire û spasiya kesên ku keda wan tê de heye kir.
Hatun bal kişand ser ku zimanê kurdî bi salan e bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû hatiye hiştin û zimanê kurdan bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû maye, lê tevî vê yekê jî gelek rewşenbîr, pêşeng û zimanzanan têkoşiyane û piştgirî dane parastina ziman.
‘Em ê asîmîlasyona sed salî pûç bikin’
Hevşaredar Hatun bal kişand ser girîngiya hevparbûna kurdan a li dora ziman û diyar kir ku eger sazî, rewşenbîr û rêveberiyên herêmî bi hev re tevbigerin, kurdî dê bigihîje zemînekî bihêztir. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku xebata ferhengê û standardîzasyona ku derketiye holê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên sed salî bersiveke girîng e û anî ziman ku ew ê nehêlin kurdî careke din bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû bimîne.
‘Em dikarin mufredatê bi hev re amade bikin’
Hevşaredar Hatun diyar kir ku şaredarî û saziyên ku di warê ziman de dixebitin dikarin xebatên hevpar bimeşînin û li gorî standardîzasyona ku derketiye holê, ji bo dibistanan mufredateke hevpar dikare bê amadekirin. Hatun anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê bidomînin û destnîşan kir ku divê bêtir xwedî li saziyên di warê ziman de dixebitin bê derketin.
Resepsiyon, bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.
Tevli bernameya şeva helbestan bû
Hevşaredar Dogan Hatun, paşê tevli bernameya şeva helbestan a ku ji aliyê Şaredariya Sûrê ve li Koşka Cemîl Paşa hatibû organîzekirin bû. Di bernameyê de ku helbestvan tê de cih girtin, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna ji bo parastin û veguhastina kurdî bo nifşên siberojê.
Werger: Omer Dilsoz
Â
