Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber zêdebûna kirîna xwarinê ya beriya Cejna Qurbanê, li kargehên ku şirînayî, şekirokan û çerezfiroşan kontrol pêk anî.
Yekeya Kontrol û Teftîşa Xwarinê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û tîmên Zabiteyan, bi armanca ku welatî bigihîjin xwarineke tendurist û ewle, li seranserê bajêr kontrolên xwe zêde kirin. Di vê çarçoveyê de li hilberîngehên şirînayiyê, li reyonên şirînayî û şekirbaviyê yên marketên mezin û li kargehên çerezan lêkolîn hatin kirin.
Di kontrolan de dîroka dawî ya bikaranîna hilberan, taybetmendiyên hilberên xav û nîvxav, qadên hilberînê û depoyên sarincokê hatin kontrolkirin. Her wiha mercên teknîkî û fîzîkî yên kargehan jî hatin lêkolînkirin û hat nirxandin ka hilberîn li gorî qanûnên xwarinê tê kirin an na.
Tîmên zabiteyan her wiha ji bo ewlehiya zarok û welatiyan, li dijî firotina teqemeniyên cejnê (çatapat), madeyên teqîner û şewatdar ên ku beriya cejnê dibin sedema metirsiyê, kontrol pêk anîn. Di kontrolên li kargehan de hat lêkolînkirin ka hilberên bi vî rengî hene an na, û li dijî firotinên li derveyî qanûnê hişyarî hatin dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca parastina tenduristiya giştî û ji bo ku welatî beriya cejnê bigihîjin xwarineke ewle, ligel kontrolên xwarinê wê kontrolên xwe yên têkildarî ewlehiya giştî jî bidomîne.
Werger: Omer Dilsoz