Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ligel xweşbûna hewayê, bi armanca ku pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên welatiyan li cihê wê wergire, di parkan de stant vedan.
Tîmên "Çareseriya li Cih" ên ser bi Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşandin û Têkiliyên Gel re, ji bo ku nêrîn, pêşniyar û daxwazên welatiyan ên der barê xizmetguzariyên şaredariyê de li cihê wê wergirin, xebatên xwe berdewam dikin.
Tîmên ku bi germbûna hewayê re li nav parkên ku welatî zêde wextê xwe lê derbas dikin stant vedan, li navçeya Rezanê (Baglar) di Parka Mîlet û Parka Rîhanê de ligel welatiyan hatin ba hev.
Di stantên hatin vedan de, der barê xizmetên şaredariyê de agahî ji welatiyan re hatin dayîn û bi armanca wergirtina rasterast a daxwaz û gileyiyan qutiyên bi navê “Gotin a We ye” hatin danîn. Welatiyên ku serdana parkan kirin; daxwaz, pêşniyar û gileyiyên xwe xistin nava zerfan û avêtin nava qutiyan.
Tîmên Çareseriya li Cih, serlêdanên ji welatiyan hatin, tomar kirin û ji bo ku ji yekeyên pêwendîdar re bên şandin, kom kirin. Bi vê xebatê tê armanckirin ku bendewariyên rûniştvanên bajêr ên der barê xizmetên şaredariyê de rasterast li qadê bên girtin û pêvajoyên çareseriyê bên lezandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî nêzîkatiya xizmetguzariyê ya li ser bingeha daxwazên gel, wê xebatên wekî hev li xalên cuda yên bajêr bidomîne. Tîm, bi taybetî li qadên ku welatî lê zêde ne, wê stantan vekin û guhdarîkirina li pirsgirêk û daxwazan a li cihê wê bidomînin.
Midûra Şaxa Têkiliyên Gel a Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşandin û Têkiliyên Gel Bahar Soysal diyar kir ku wekî yekeya Çareseriya li Cih, wan ligel welatiyên li navçeya Rezanê rûniştî ne hatine bal hev. Soysal destnîşan kir ku ligel germbûna hewayê wan biryar daye ku pirsgirêkên welatiyan li qadê çareser bikin û weha axivî: “Di vê çarçoveyê de, bi vekirina stantên xwe yên di van parkên ku welatî bi giranî lê ne, me derfeta hevdîtina rû bi rû bi welatiyên xwe re bi dest xist. Welatiyên me dikarin daxwaz, pêşniyar û nêrînên xwe bixin nava zerfan û bavêjin nava qutiyên 'Gotin a We ye'. Ev ê bên tomarkirin û bi awayekî koordîneyî ligel serokatiyên daîreyên pêwendîdar re, bi nêzîkatiya me ya xebata çareserî-bengewar, em armanc dikin ku encamekê bi dest bixin.”
Werger: Omer Dilsoz