Print this page

Berî cejnê 600 welatî li malên wan hatin ziyaretkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên pişgiriya civakî de ku berî Cejna Qurbanê bi rê ve dibe, 600 welatiyên temenmezin ên ku nikarin ji malên xwe derkevin û hewcedarê piştgiriyê ne li malên wan ziyaret kirin û pakêtên cejnê li wan belav kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetguzariyên Astengdar û Kesên Temenmezin, bi armanca xurtkirina ruhê parvekirinê yê ku Cejna Qurbanê tîne, ji bo welatiyên temenmezin serdanên malan pêk anîn. Di vê xebatê de ku bêtir welatiyên temenmezin ên nikarin ji malên xwe derkevin an jî hewcedarê piştgiriyê ne dihewand; tîman pakêtên cejnê yên ku tê de kolonya, qehwe, loqim û şîraniyên cejnê hebûn gihandin wan.

Daxwaz û pêşniyar yek bi yek hatin guhdarîkirin

Tîmên Midûriyeta Şaxa Xizmetguzariyên Kesên Temenmezin, yek bi yek li deriyê 600 welatiyên ku berê bi xebatên qadê tespît kiribûn, xistin û da zanîn ku ew ne tenê ne. Di seredanan de ku armanca wan xurtkirina tora pişgiriya civakî ye, daxwaz, hewcedarî û pêşniyarên welatiyan hatin guhdarîkirin û yekser hatin qeydkirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetguzariyên Astengdar û Kesên Temenmezin armanc dike ku van celeb xebatên ku hîsa tenêtiyê ya welatiyan kêm dikin, hestên wan ên aîdiyet û biqîmetbûnê xurt dikin û moral û motîvasyona wan bilind dikin, bi cihêrengî berdewam bike.

Welatiyên temenmezin ên ku berî Cejna Qurbanê ya nêzîk dibe li deriyê wan hate xistin, cejna wan hate pîrozkirin û diyarî pêşkêşî wan hatin kirin, diyar kirin ku wan hest kiriye ku ne tenê ne û ji ber vê xebata civakî spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Piştgiriya ji bo kesên temenmezin dê berdewam bike

Navend û Lokala Xizmetguzariya Kesên Temenmezin, dema ku bi pergala endamtiyê deriyên xwe ji bo hemû welatiyên 65 salî û joviye yên li bajêr dijîn vedike, bi taybetî pêşaniyê dide welatiyên ku bi tenê dijîn û hewcedarê piştgiriyê ne.

Konfora lênihêrîna li malê û çalakiyên civakî bi hev re ne

Di bin banê navendê de ji bo welatiyên temenmezin; paqijiya malê, şopandina tenduristiyê, fîzyoterapi, şêwirmendiya dîyetisyenê, xizmeta berberiyê, alîkariyên aynî û piştgiriya alavên bijîşkî bê navber tên dabînkirin. Bi van xizmetên pêşkêşkirî re tê armanc kirin ku welatî di hawirdora malên xwe de jiyaneke saxlemtir, ewletir û konfortir derbas bikin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery