Print this page

Balyozê Çînê serdana DBB’yê kir

Balyozê Enqereyê yê Komara Gel a Çînê Jiang Xuebin û şandeya pê re, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Balyozê Enqereyê yê Komara Gel a Çînê Jiang Xuebin û şandeya pê re mêvan kirin. Di ziyaretê de Balyoz Zhou Meifen, Musteşarê Çandê Liu Shiqia û katîb Qiu Zhenxiong û Zhang Ying amade bûn.

Di hevdîtinê de ku li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat, ji bo pêşvebirina têkiliyên dîplomatîk û çandî yên di navbera Tirkiye û Çînê de yên di asta rêveberiyên herêmî de nirxandin hatin kirin. Di hevdîtinê de, bi taybetî bal kişandin ser potansiyela Amedê ya di warên tûrîzm, çandinî û teknolojiyê de.

Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku ew ji bo parvekirina ezmûnan a dualî û projeyên hevpar ên muhtemel ji hevkariyê re vekirî ne û giringiya berdewamkirina peywendiyan a di warên cuda de ya di pêvajoya pêş de hate destnîşankirin.

Di hevdîtinê de Hevberdevkên Meclîsa DBB’yê Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn û Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk bi Hevşaredaran re bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery