Ji Hevşaredaran serdana pîrozbahiyê ji bo rêveberiya nû ya OSB’ê

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana pîrozbahiyê li rêveberiya nû ya Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Amedê kirin û daxwaza serkeftinê ji wan re xwestin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, rêveberiya nû ya Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Amedê ziyaret kirin. Di serdana ku li avahiya OSB'ê pêk hat de, ligel Hevşaredaran Serokê Sekreteriya Giştî ya DBB’ê Serdar Bakiroglu, Hevberdevkê Meclîsa DBB’ê Ayhan Karatekîn û Endama Meclîsa Daîmî Gulay Kiliç jî amade bûn. Hevşaredar û şandeya pê re, ji aliyê Serokê Desteya Rêveber a OSB'ê Mustafa Fidan û endamên desteya rêveber ve li ber derî hatin pêşwazîkirin.

Serokê OSB'ê Mustafa Fîdan di serdanê de axivî û kêfxwaziya xwe ya ji vê serdanê anî ziman û got:

"Em ji bo serdana we spas dikin. Vê serdanê em kêfxweş kirin û şahiyeke mezin da me."

Hevşaredar Bucak: Hevkariya şaredariyê dê berdewam bike

Hevşaredar Serra Bucak jî daxwaza serkeftinê ji rêveberiya nû re xwest û wiha got:

"Em jî spas dikin. Pîroz û bimbarek be. Em serkeftinê ji we re dixwazin, bila rêya we vekirî be. Hevkariya şaredariya me û peywendiya me ya bi we re dê her berdewam bike."

Hevşaredar Hatun: Em bi saziyan re bi hevparî tevdigerin

Hevşaredar Dogan Hatun jî bal kişand ser girîngiya xebata hevpar a di navbera saziyên Amedê de û wiha axivî:

"Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, em bi hemû sazî û dezgehên bajêr re bi hevparî tevdigerin. Ev qadên ku beşekî mezin ji îstihdama bajêr pêk tînin, pir bi nirx û qîmet in. Heta îro me çawa bi hev re xebat meşandibe, ji niha û pê de jî em ê çareseriya pirsgirêkên bajêr û pirsgirêkên di qadên hilberînê de bi hev re pêş bixin."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery