Print this page

Berî cejnê ji bo welatiyan li malê xizmeta berberiya mobil

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî Cejna Qurbanê ji bo welatiyên temenmezin ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin herin berber, di malên wan de xizmeta berberiya mobil pêşkêş kir. Her wisa serdana 25 komeleyên ku ji bo astengdaran xebatan dimeşînin kir û pakêtên cejnê û materyalên paqijiyê wekî piştgirî dan wan.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca ku destekê bide jiyana hemû welatiyên ji 7 salî heta 70 salî, projeyên xwe yên berpirsyariya civakî roj bi roj cihêreng dike. Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran ku berî cejna nêzîk giranî daye xebatên xizmeta civakî, xebatên xwe bi taybetî ji bo welatiyên temenmezin û kesên hewcedarê piştgiriyê ne didomîne.

Berî cejnê xizmeta lênihêrîna kesane

Di çarçoveya van xebatan de, Midûriyeta Şaxa Xizmetên Kalûpîran ligel nêzîkbûna Cejna Qurbanê, xizmeta kurkirina por û rihê ku yek ji hewcedariyên bingehîn ên lênihêrîna kesane ye, dibe malên welatiyên temenmezin ên bêkes, hewcedarê alîkariyê, yên astengdarên fîzîkî yan jî yên ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên kronîk nikarin ji malê derkevin.

Tîmên pispor ku ji kuafor û berberên profesyonel pêk tên, herî zêde guh didin rêgezên paqijiyê (hîjyenê) û daxwazên welatiyan li cihê wan bi cih tînin. Tîm, kurkirina por û rihê welatiyên ku ji bo çûyîna berber zehmetiyê dikişînin di malên wan de pêk tînin û hîştin ku ew bi awayekî keşxeyî, dilxweşî û rehet bikevin cejnê.

Welatî ji vê xebatê razî ne

Welatiyên ku ji vê xebata berî Cejna Qurbanê razî mane, ji bo vê xizmetê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Serdana 25 komeleyan hat kirin

Li aliyê din, serokatiya daîreyê berî Cejna Qurbanê ya ku nêzîk dibe, serdana komeleyên ku li bajêr ji bo astengdaran xebatan dimeşînin kir û pakêtên cejnê û materyalên paqijiyê wekî piştgirî pêşkêşî wan kir.

Di bernameyê de serê pêşîn, Komeleya Klûba Werzîş û Çand û Perwerdehiya Mafên Koran a Amedê, Komeleya Klûba Werzîş û Ciwan û Çand û Perwerdehiya Malbatên Astengdarên Bihîstinê ya Amedê, Komeleya Têkoşîna Dijî Pençeşêrê ya Jiyana Nû ya Amedê û Şaxa Komeleya Korên Şeş Nuqte ya Amedê, bi giştî serdana 25 komeleyan hat kirin. Di serdanan de daxwaz, pêşniyar û daxwazên rêveberên komeleyan jî hatin guhdarîkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery