DÎSKÎyê li gundan xebata sondajên pêşîn dest pê kir

Karên yekemîn ên sondajê yên veberhênana binesaziya ava vexwarinê ya 1080 rojî ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo taxên gundewarî yên navçeyên navendî û 13 navçeyan hatibû plankirin, li Rezan (Baglar), Bajarê Nû (Yenişehir) û Çinarê dest pê kirin. Di çarçoveya veberhênanê de vekirina 45 hezar metre sondajê, avakirina 50 depoyên ava vexwarinê û çêkirina 282 hezar û 200 metre xeta şebekeyê tê armanckirin ku bi vî awayî gihîştina ava vexwarinê ya saxlem li taxên gundewarî were xurtkirin.

Di serdemeke wisa de ku bandora hişkesalî giran bûye û gihîştina ava bin erdê ji bo niştecihên gundewarî bûye mijareke krîtîk, Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalizasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), veberhênana xwe ya berfireh a binesaziya ava vexwarinê ku taxên gundewarî yên navçeyên navendî û 13 navçeyan digire nav xwe, daxist qadê. Ev veberhênan; ji xistina dewrê ya çavkaniyên nû yên bin erdê heta avakirina xetên veguhastina enerjiyê, ji çêkirina depoyan heta ji nû ve plankirina pergala şebekeyê ya li gorî cihan, hemû pêkhateyan di nav heman pergala binesaziyê de tîne ba hev.

Bi vê nêzîkatiyê tê armanckirin ku bi taybetî di mehên havînê de, li taxên gundewarî yên ku ava wan kêm dibe û ev demeke dirêj e di gihîştina ava vexwarinê ya saxlem de pirsgirêkan dikişînin, berdewamiya dabînkirina avê were xurtkirin.

Veberhênan bi modela pergala yekbûyî hat plankirin

Di çarçoveya karê "Li Cihên Cuda Yên Li Seranserî Parêzgeha Amedê Çêkirina Sondaj, ENH (Xeta Veguhastina Enerjiyê), Pompa, Depoya Ava Vexwarinê û Sazûmana Şebekeyê" de, li seranserî bajêr 45 hezar metre bîra sondajê, 10 bîrên keson, 60 xetên veguhastina enerjiyê, 70 pergalên pompayê, 282 hezar û 200 metre şebekeya ava vexwarinê, 50 depoyên ava vexwarinê û 2 hezar û 500 girêdanên aboneyan dê werin çêkirin.

Di projeyê de hemû qonaxên kar li ser herikîna binesaziyeke yekbûyî hatine avakirin. Gava ku bîrên sondaj û keson çavkaniyên nû yên bin erdê girêdide pergalê, xetên veguhastina enerjiyê û pergalên pompayê jî dê veguhastina ava derxistî dabîn bikin. Depoyên nû yên ava vexwarinê jî dê bi avakirina kapasîteya rezervê ya ku guherînên demsalî yên avê hevseng dike, rîska qutbûna avê ya bi taybetî di mehên havînê de kêm bikin.

Kar û xebat li Rezan, Bajarê Nû û Çinarê dest pê kirin

Sepandinên qada qonaxa yekem a projeyê li taxên gundewarî yên Rezan û Bajarê Nû û li navçeya Çinarê hatin destpêkirin. Li Rezanê li xaleke, li Bajarê Nû li xaleke û li Çinarê jî li du xalên cuda karên sondajê tên meşandin.

Bîra sondajê ya ku li Taxa Xanika Çinarê hat temamkirin, gihîşt kapasîteyeke wisa ku dikare hewcedariya ava du taxan dabîn bike. Bi vî awayî modeleke nû ya pergalê ku ji heman çavkaniyê dabeşkirina ava kontrolkirî ji bo zêdetirî taxekê dabîn dike, ket dewrê. Li xalên din jî karên lêkolîna jeolojîk û vekirina bîran berdewam dikin.

'Divê tax ji xetên cuda werin xwedîkirin'

Muxtarê Taxa Xanikê Metin Çaki, ku kar lê tên meşandin, diyar kir ku di taxê de nêzîkî 470 malbat û zêdetirî 2 hezar şênî hene û got ku pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e heye, ketiye pêvajoya çareseriyê.

Çaki got: "Nêzîkî 25-30 sal bûn ku di ava me ya vexwarinê de pirsgirêkên cidî hebûn. Piştî serlêdanên me yên ji bo Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê, karê sondajê hat destpêkirin. Hêviya me ya piştî vê, temamkirina pergala şebekeyê di demeke kurt de ye. Em difikirin ku divê ew taxên ku dê ji heman sondajê sûdê wergirin, ji xetên cuda werin xwedîkirin."

Muxtarê Taxa Keleha Zerzevanê Celal Arslan ku ew jî dê ji heman karê sondajê sûdê wergire, anî ziman ku nêzîkbûna çareseriya pirsgirêka ava vexwarinê ya ku ev demeke dirêj e berdewam dike pir giring e.

Ev daxwaza muhtaran giringiya plankirina şebekeyê ku qonaxa duyem a projeyê pêk tîne jî nîşan dide. Bi giştî 282 hezar û 200 metre şebekeya ava vexwarinê, bi awayekî wisa tê projekirin ku di navbera bîrên sondajê û niştecihan de xetên dabeşkirina cuda werin avakirin.

Plankirina şebekeyê dê li gorî cihan were cudakirin

Midûrê Şaxa Veberhênanan a Daîreya Veberhênan û Avakirinê Veysi Aktaş, ku rêveberiya qadê ya projeyê dimeşîne, diyar kir ku di çarçoveya bernameya veberhênanê de vekirina bîrên nû yên sondajê li taxên gundewarî, nûkirina xetên ava vexwarinê yên ku temenê xwe yê aborî qedandine, avakirina depoyên nûjen û xurtkirina binesaziya enerjiyê tê armanckirin.

Aktaş wiha axivî: "Ev veberhênana ku em li seranserî Amedê plan dikin; xebateke berfireh a binesaziyê ye ku pêkhateyên sondaj, xeta veguhastina enerjiyê, pompa, depo û şebekeyê di nav heman pergalê de organîze dike. Di qonaxa yekem de me li Rezan, Bajarê Nû û Çinarê bi hev re dest bi xebatan kir. Bîra sondajê ya ku li Taxa Xanikê hat temamkirin, gihîşt kapasîteya ku dihat armanckirin û pêşbîniyên me yên teknîkî piştrast kirin."

Aktaş di nirxandina xwe ya li ser daxwaza muxtaran a ji bo cudakirina şebekeyê de, bal kişand ser vî tiştî ku plankirina li gorî cihan ji aliyê teknîkî ve pêwîst e û got: "Ji bo ku du niştecihên ku ji heman bîrê têne xwedîkirin di dema dirêj de bê pirsgirêk bixebitin, divê xetên dabeşkirina wan cuda werin plankirin. Ji aliyê hevsengiya zextê, birêvebirina xesaran û kontrolkirina aboneyan ve ev nêzîkatî neçariyeke teknîkî ye. Projekirina şebekeyê dê li gorî vê prensîbê bimeşe."

Binesaziya ava vexwarinê li gundewarên navendê û 13 navçeyan dê bê xurtkirin

Qada projeyê; tevî tax û gundikên navçeyên navendî, navçeyên Bismil, Farqîn, Çinar, Karaz, Pasûr, Licê, Hezro, Erxenî, Çermûk, Şankûş, Pîran, Gêlê û Hênê digire nav xwe.

Ev xebata ku di bernameya veberhênanê ya DÎSKÎyê de cih digire; bi xistina dewrê ya çavkaniyên alternatîf ên bin erdê li wan herêmên ku ji ber zêdebûna nifûsê, hişkesaliya demsalî û kêmbûna çavkaniyên heyî pirsgirêk hene, armanc dike ku zexta li ser pergala dabeşkirina sereke kêm bike.

Dema ku proje bi dawî bibe, li taxên gundewarî yên navçeyên navendî û li niştecihên 13 navçeyan kapasîteya depoyan, gihîştina şebekeyê û ewlehiya veguhastina avê dê bi hev re werin xurtkirin. Bi vî awayî ewlehiya dabînkirina ava vexwarinê ya demdirêj a herêmê dê li ser bingeha binesaziyeke bihêztir were avakirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery