Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Bucak banga 25ê Mijdarê kir: Bingeha rêxistinkirî bi hev re mezin bikin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çalakiyekê de ku bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan hat lidarxistin axivî. Bucakê bal kişand ser wê yekê ku tundiya li dijî jinan avahîsazî û polîtîk e û bang li jinan kir ku bingeha rêxistinkirî mezin bikin.

Tevgera Jiyana Azad (TJA), bi dirûşma “Bi xwebûn û viyana azad niha dema jinan e” di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan de li Sumerparkê dest bi çalakîyên xwe kir. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Fatime Uzul Levent, Hevserokên Bajêr ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ruçem Vefa Elyakut û Ahmet Dogan, parlamenterên DEM Partiyê, endamên meclîsa DBB’ê, hevserokên şaredariyên navçeyan û nûnerên rêxistinên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Rêxistinbûn û çalakî jiyanê dide’

Aktîvîsta TJA’yê Rengîn Sarsarkan daxuyanî da û ji bo çalakiyên ku dê ji ber 25ê Mijdarê bên lidarxistin banga tevlêbûnê kir û got: “Bi atolye, civînên jinan û xebatên hişyariyê em ê deng û gotina jinan mezintir bikin û piştevaniyê xurtir bikin. Ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan, rêxistinkirina berxwedana li dijî tundiyê û bilindkirina dengekî xurtir, em ê hêza xwe ya rêxistinkirî bi kar bînin. Em dibêjin ku; Tenêbûn û bêdengî dikuje; rêxistinbûn û çalakî jiyanê dide.”

Hevşaredar Bucak: Divê di têkoşîna li dijî tundiyê de kampanya bên meşandin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî diyar kir ku her ku têkoşîna jinan mezin dibe, desthilatdarî jî bi hemû hêza xwe dixebite da ku mêrsatiyê bide rûniştin. Hevşaredar Bucak diyar kir ku li hemberî vê yekê divê jin piştgiriyê bidin hev û di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de kampanyayan bimeşînin û got: “Em bi hemû hêza xwe dixebitin ku van kampanyayan li polîtîkayên xwe yên jinan, li saziyên xwe yên jinan bi cih bikin û van li taxan bixin meriyetê.”

‘Em ê qet ti jinê bi tenê nehêlin’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku di nêzîkbûna 25ê Mijdarê de wan qadên xebatê yên li dijî jinan nirxandine û da zanîn ku weke rêveberiyên herêmî û hemû dînamîkên bajêr ew ê qet ti jinê bi tenê nehêlin.

Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku tundiya li dijî jinan avahîsazî û polîtîk e û got: “Di vî warî de ya ku dikeve ser milê me ew e ku em jinên ciwan ên nû, qadên nû rêxistin bikin. Ev yek rêyek girîng, berpirsiyariyek û rolek girîng dide me hemûyan. Em difikirin ku divê ev yek neyê jibîrkirin. Ji ber ku her ku rê û rêbazên dewletê, mixabin yên desthilatdariyê zêde dibin, divê em jin jî behsa wê bikin ka em çawa dikarin di têkoşîna jinan de li kêleka hev bin, çawa dikarin hevkariyên xwe û pirsgirêka tundiya li dijî jinan zêdetir bigirin dest.”

‘Divê em jinên ciwan û qadên nû rêxistin bikin’

Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku tundî gelek cûreyên xwe hene û anî ziman ku jinan li vî welatî bi salan ji ber hem nasnameya xwe ya kurdî û hem jî nasnameya xwe ya jinî polîtîkayên pişaftinê, zext û êrîşan du caran dîtine.

Hevşaredar Bucak da xuyakirin ku ew di hêza têkoşîna rêxistinkirî ya jinan de bawer dikin û got: “Em bawer dikin ku têkoşîna rêxistinkirî ya jinan dê rojekê li vî welatî tundiya li dijî jinan bide sekinandin, an jî kêm bike.”

Banga 25ê Mijdarê li jinan

Hevşaredar Bucak di dema nêzîkbûna 25ê Mijdarê de banga li jinan kir û wiha got: “Ji bo ku em bi me re li taxan, li kolanan, li her qada ku jin lê hene, li zanîngehê, li qadên giştî, li cihên kar, li rêveberiyên herêmî, li şaredariyan polîtîkayên tundiya li dijî jinan gotûbêj bikin, li kêleka hev bin, mil bidin milê hev, em pêdiviya me bi we heye. Ji bo em bi jinan re bibin xwedî rêxistin, wargeha rêxistinkirî mezin bikin û bi hev re rêbazên nû bibînin, pêdiviya me bi we heye. Ji ber vê yekê, di vê 25ê Mijdarê de di tevahiya bernameyên ku me derxistine de, em we vedixwînin ku hûn bi rêveberiyên herêmî re û bi tevgera me ya jinan re piştgiriyê bidin van xebatan, li kêleka hev bin û li ber xwe bidin.”

Banga serlêdanê ya ji bo malên piştevaniya jinan

Hevşaredar Bucak derbarê polîtîkayên jinan ên rêveberiyên herêmî de jî agahî dan û got ku jin ne bi tenê ne û diyar kir ku li hemberî her neheqiya ku rastê tên dikarin serî li malên piştevaniya jinan bidin û her cûre piştgiriya piştevaniyê bibînin.

Li cihê ku Sultan Kara hat qetilkirin qurnefîl hatin danîn

Hevşaredar Bucak û jinan piştî axaftinan meşek li dar xistin û çûn cihê ku Sultan Kara di 26ê Tebaxê de hatibû qetilkirin û li wir qurnefîl danîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan