Ji KESK û Borsaya Bazirganiyê serdana Hevserokan

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji rêveberên Platforma Şaxên KESKê, Borseya Bazirganiyê û NAR-DERê re mazûvanî kirin.

 

Rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxên Amedê, Platforma Bazirganî û Perwerde, Çand, Hevgirtin û Piştevaniyê ya Gundê Narlica (NAR-DER) serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin. Di serdana avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin de, nûnerên saziyên sivîl, Hevşaredar pîroz kirin û di peywira wan de serkeftin xwestin.

Kesk: Em dixwazin bi şaredariyê re li ser projeyên çandiniyê bixebitin

Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Diyarbekirê Engîn Yeşîl, di serdanê de axivî û diyar kir ku ew weke bursa çandiniyê esas digirin û ew dixwazin bi şaredariyê re li ser projeyan bixebitin û piştî kooperatîfên wekî Fiskobirlik hatin avakirin divê Mezopotamya Birlik bê avakirin.

Bucak: Ji bo avakirina kooperatîfan em ê hevkariyê bikin

Hevserok Bucak diyar kir ku serdanên gel û nûnerên saziyên sivîl ji bo wan girîng in. Bucak da zanîn ku di heyama 8 salan a qeyûman de ne saziyên sivîl û çapemenî nekarîn bikevin şaredariyê û got ku di serdema nû de deriyê şaredariyê ji her kesî re vekirî ye û ji bo xizmetê li bajêr bikin dê bi hev re tevbigerin. Bucak destnîşan kir ku ji bo aboriya bajêr geş bikin, projeyan pêş bixin û kooperatîfan ava bikin dê hevkariyê bikin û diyar kir ku di warê çandinî û sewalkariyê da projeyên wan ên girîng hene. Bucak ji ber ziyareta Yeşîl spasiya wî kir.

 

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31