Maça Amedspor-Îdirsporê dê li ser ekranên mezin bê temaşekirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşbirka Amedspor-Îdirsporê ya ku dê sibê bê lîstin, li du nuqteyên cuda yên bajêr ekranên mezin bi cih dike, herweha dê xizmeta hatûçûnê jî bêpere dabîn bike.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de bi 77 puanan ji bo şampiyoniyê têdikoşe, 21ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 15.00an de li Stada Diyarbekirê bi hevrika xwe ya li rêza sêyemîn a komê Îdirsporê re têdikoşe. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber ku kapasîteya stadyuma 33 hezar kesî têrê nake, ji bo temaşekirina maçê li du deverên cuda yên bajêr ekranên dêw datîne. Temaşevanên futbolê dê li ser ekranên mezin ên ku li Meydana Bajêr û Park Ormanê bên sazkirin maçê zindî temaşe bikin.

Xizmeta veguhastinê ya belaş dê were dayîn

Şaredariya Bajarê Mezin dê ji nuqteyên cuda yên bajêr ber bi Meydana Bajêr û Park Ormanê ve ji bo temaşevanên futbolê li ser ekranên ku bên sazkirin maçê temaşe bikin dê bêpere xizmetê bide. Otobusên ku dê ji saet 13.00an pê ve li noqteyên diyarkirî biajon, dê temaşevanan bibin Meydana Bajêr û Park Ormanê.

Zabite û karmendên tenduristiyê hatin wezîfedarkirin

Şaredariya Bajarê Mezin jî dê li derdora Meydana Bajêr, Park Orman û Stadyûma Diyarbekirê xebatkarên ewlekarî, zabite, trafîkê û yên tenduristiyê û ambûlans amade bike ku di amadebaşiyê de bin.

Cihên rabûna otobusên Şaredariya Amedê wiha ne:

Li derdora Kuru Çeşme: 2 wesayît dê saet di 13.00ê de dest pê bikin. (1 wesayit dê biçin Meydana Bajêr, 1 wesayît dê biçe Park Ormanê)

Oryıl Petrol: 2 wesayit saet di 13:00ê de dest pê dikin. (1 wesayit dê biçe Meydana Bajêr, 1 wesayît dê biçe Parka Ormanê)

Rawestgeha dawî ya TOKÎyê: 2 wesayît dê saet di 13:00ê de dest pê bikin. (1 wesayit dê biçe Meydana Bajêr, 1 wesayît dê biçe Park Ormanê)

Rawestgeha dawî ya Uçkuyularê: 1 wesayît dê saet di 13:00ê de dest pê bike.

Li derdora Deriyê Çiyê: 2 wesayît dê saet di 13:00ê de dest pê bikin. (1 wesayit dê biçe Meydana Bajêr, 1 wesayît dê biçe Park Ormanê)

500 Evler rawestgeha dawî: 1 wesayît dê saet di 13:00ê de dest pê bike.

Balıkçilarbaşi: 2 wesayitên ring dê saet di 13:00ê de dest pê bikin. (1 wesayit dê biçe Meydana Bajêr, 1 wesayît dê biçe Park Ormanê)

Şehîdlix Ben û Sen: 2 wesayît saet di 13:00ê de dest pê dikin. (1 wesayit dê biçe Meydana Bajêr, 1 wesayît dê biçe Park Ormanê) 

Niqteya destpêkê ya Taxa Bagcilarê: li ber Salona Dawetê ya Piyale - Fenni Muayene - Kolana Aram Tîgran - Parka Newrozê - Parka Göletli - Ceylan AVM rê: 2 wesayît dê saet di 13:00ê de dest pê bikin. (1 wesayit dê biçe Meydana Bajêr, 1 wesayît dê biçe Park Ormanê)

 

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31