Ataşeyê Çandê yê Hollandayê hate serdana Hevserok Dogan Hatun

 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Ataşeyê Çandê yê Serkonsolosxaneya Hollandayê ya Stenbolê û Balyozxaneya Enqereyê David Naves pêşwazî kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Ataşeyê Çandê yê Serkonsolosxaneya Hollandayê ya li Stenbol û Balyozxaneya Enqereyê David Naves û Şêwirmendê Çandê yê Serkonsolosxaneya Stenbolê Recep Tuna kirin mêvan. Hevşaredar Hatun ji ber serdana Naves a avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin spasiya xwe pêşkêş kir.

Naves ê ku bi hevserok Hatûn re hevdîtin pêk anî, ew pîroz kir û di peywira wî de serkeftin xwest.

Ji Waliyê Ranyayê peyama pîrozbahiyê

Li aliyê din Waliyê Ranyaya Herêma Kurdistana Federal a Iraqê Hîwa Qerenî Abdullah, Lîstikvana Şanoyê Hedy Çnarnaiy û Wênegir Mehmet Masûm Sûer ji Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun re peyama pîrozbahiyê şandin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30