Print this page

Hevserokên Şaredariya Amedê serdana esnafan kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, esnafên navçeya Sûrê ziyaret kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Sûrê serdana esnafan kir. Hevşaredarên ku li Kolana Înonû dest bi serdana esnafan kirin, Hevşaredarên Sûrê Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gördük, hevserokên parêzgehê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Pinar Sakik Tekin û Abbas Şahîn jî di serdanê de amade bûn.

Hevserokan ku di serdana cadeyên Înonû û Gaziyê de esnaf û welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî wan da, bi esnafan re sohbet kir û li pirsgirêk û pêşniyarên wan guhdarî kirin. Hevserokan ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê spasiya esnafan kir. Esnafan jî pîroziya Hevserokan kirin û di karên wan de serkeftin xwest.

Image Gallery