Hevserokan deynê Şaredariya Bajarê Mezin aşkere kir

 

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn diyar kirin ku di pêvajoya qeyûman a  8 salan de ku bi hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê bi dawî bû, 3 milyar û 345 milyon TL deyn xistine ser stûyê Şaredariya Amedê.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê bi rojnamevanan re kom bûn. Tevî Hevserokan, Endamên Meclîsa Daîmî Abdulkadîr Guleç, Emîne Akin û Abdulselam Înceoren jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Şaredariya Amedê Serra Bucak, di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo 17 navçeyan plansaziyeka xizmetguzariyê çêkirine û ew ketine bin xebateke giran. Bucak destnîşan kir ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ku şaredarî ji bin nîrê qeyûman a 8 salan derket, wan barê şaredariyê hilda, û pê de wan lêkolînên têkildarî envanterên mal û milkên neguhêz kirin. Bucak aşkere kir ku ew ê di demeke kin de zirara ku dîtine bigihînin civîna meclîsê ya ku dê di meha Gulanê de bê kirin û got ku xebatên li ser pêvajoyên hiqûqî dewam dikin. Bucak diyar kir ku ew ê di nava 5 salên pêş de bi meclîsên bajaran, meclîsên şêwirmendiya bajaran û hemû kesên ku li ser bajêr dixebitin re hevdîtinê pêk bînin û wiha got: “Di serdema qeyûmdanînê ya 8 salan de avahiya xizmetê ya şaredariya me û hemû xebatên me ji hemû dînamîkan re hatin girtin, bi taybetî jî ji çapemenî re, em ê vê tabloyê biguherînin. Hemû deriyên şaredariya me dê ji her kesî re bi taybet ji çapemeniyê re vekirî bin.”

Bucak: Bi giştî deynê me 3 milyar 345 milyon TL ye

Di civîna çapemeniyê de Hevşaredar Bucakê der barê deynên Şaredariya Bajarê Mezin de daxuyanî da û wiha got: “Ji îro pê ve tabloyek ji aliyê yekîneya me ya teftîşa navxweyî ve hatiye diyarkirin. Di demên pêş de jî em ê xebatên xwe bidomînin û bi we endamên hêja yên çapemeniyê re parve bikin. Deynê giştî yê Şaredariya me ya Bajarê Mezin 2 milyar 438 milyon TL, deynê DÎSKÎyê jî 907 milyon TL ye. Bi giştî deynê me 3 milyar 345 milyon TL ye.”

Di berdewamiya axaftinên xwe de Bucak da zanîn ku deynê Şaredariya Bajarê Mezin a ku îhaleya wê hatiye kirin û di qeydên muhasebeyê de cih girtiye; 3 milyar û 640 milyon TL, yê DÎSKÎyê jî 200 milyon TL ye.

'Di 8 rojan de 411 milyon xerc kirine'

Bucak, anî ziman ku di navbera 31ê Adarê dema hilbijartinên herêmî hatin kirin û 8ê Nîsanê dema belgeya hilbijartinê hate wergirtin 411 milyon TL hatiye xerckirin û diyar kir ku ev dayîna pere bi awayekî nehiqûqî û gendelî hatiye kirin. Bucak axaftina xwe wiha dewam kir: “Butçeya netî ya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel: 75 milyon û 126 hezar TL. Budçeya xerckirî ya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a 25ê Nîsana 2024an; 46 mîlyon 64 hezar TL ye. Ev ji sedî 61,32 ê budçeyê pêk tîne. Ev qas bûdceya me ya çapemenî û weşanan ji meha Çile ya ku bûdçe hat çêkirin, ango 3 meh şûnde hatiye xerckirin. Em difikirin ku piraniya vana lêçûnên serdema hilbijartinê ne."

Hatûn: 44 milk ji saziyên cuda re hatin veqetandin

Hevşaredar Dogan Hatûn der barê mal û milkên Şaredariya Bajarê Mezin de agahî da endamên çapemeniyê. Hatûn da zanîn ku wan tespît kirine ku 44 milkên Şaredariya Bajarê Mezin ji saziyên cuda re hatine veqetandin. Hatûn diyar kir ku ev mal û milkên neguhêz ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê, miftîtiya navçeyên Sûr, Baxlar û Kayapinarê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê, Midûriyeta Şaxa Ciwanan û Werzişê, DEDAŞ, Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Parêzgehê û Qeymeqamtiya Çinarê re hatine dayîn.

Hatûn axaftina xwe wiha domand: “Ji van milkan 13 8 parsel hezar û 54 donim û 544 metrekare ne. Li navçeya Peyasê 97 dekar erd wek qadeke vîla hat firotin. Li gorî xala 45/2 ya zagona jimare 5393, bi biryar û protokola ku ji aliyê rayedarên cemaweriyê ve hatiye girtin, 15 malên nemûnc hatin sewqkirin. Rêbaz wiha xebitî; Pirs ev e, gelo wan ewil ew veguheztin û paşê bi biryara meclisê yan jî bi protokolekê qanûn û madeya pêwendîdar veguheztin. Ji ber vê yekê, tespîtkirina wan hinekî tevlihev e. Parêzerên me van hûrgiliyan lêkolîn dikin."

'Berî hilbijartinê 3 roj şûnde 12 mal hatin sewqkirin'

Hatûn diyar kir ku ji van milkên ku hatine veguheztin 12 di 28ê Adarê de hatine çêkirin û diyar kir ku wan diyar kiriye ku ev milkên hanê ji Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Parêzgehê re hatine firotin. Hatûn, da zanîn ku parêzerên şaredariyê li ser firotin û veguheztina xaniyan lêkolînan dikin û diyar kir ku piştî pêvajo bi dawî bû dê xebatên îdarî û hiqûqî yên pêwîst bên destpêkirin.

Hemû îhaleyên Şaredarî û DÎSKÎyê dê bên lêkolînkirin

Hatûn, got ku butçeya 2024an a Şaredariya Bajarê Mezin 12 milyar hatiye çêkirin û destnîşan kir ku ji bo fêm bikin ev budçe di demeke kin de çiqasî di xizmetê de derketiye holê dest bi lêkolînê kirine. Hatûn ku der barê DÎSKÎyê de jî daxuyanî da, diyar kir ku di 8 salên dawî de hemû îhaleyên ku li 17 navçeyan hatine kirin bi baldarî lêkolîn kirine.

'Di îtfaiyeyê de wesayît nehiştine'

Piştî daxuyaniyan pirsên rojnamegeran dest pê kirin. Bucak di bersiva pirsekê de destnîşan kir ku di Îtfayê de ne wesayîtên kar hene, ne jî pêlekanên ku bigihêjin avahiyên bilind û ne jî envantera alavên kewçêkirinê di destê wan de hiştine. Bucak der barê Midûriyeta Veguhastinê de agahî da û got, “70 otobusên me bi qusûr in. Gelek otobusên me diyarî cihên cuda hatin kirin. Hema bêje ti klîmayên wan naxebitin.”

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31