Hevserokan serdanên pîrozbahiyê qebûl kirin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn pîrozbahiyên saziyên sivîl û nûnerên DEVA Partiyê qebûl kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, mazûvaniya serok û endamên destera rêveber a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Şaxa Odeya Endezyarên Madenê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EĞİTİM SEN), nûnerê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA), Midûriyeta Bajêr û Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) kir. Di serdanên avahiya xizmetguzariyê ya şaredariyê de nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî, Hevserok pîroz kirin û di karên wan de serkeftin xwest.

Hevserokan her wiha ji ber serdana wan, spasiya nûnerên saziyên sivîl û DEVA Partiyê jî kir.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31