Li Kolana Gaziyê kursî hatin nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Cadeya Gaziyê ku turîstên xwecihî û biyanî lê digerin, bi nûkirina mobîlyayên bajarî yên şikestî dest bi xebatên qadên hêşîn kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li Kolana Gaziyê ya li navçeya Sûrê ya dîrokî ku cihê eleqeyeke mezin e ji bo mêvanên xwecihî û biyanî, xebatên peyzaj û nûkirina mobîlyayên bajêr hatin kirin. Ekîban komên rûniştina mobîlyayên bajarî yên ku bi demê re şikestin û xera bûbûn û welatiyan ji bo rihetiyê bi kar dianîn, nû kirin û dan hev.

Xebatên peyzajê hatin destpêkirin

Ji bo ku cadeya dîrokî ya ku yek ji devera herî girîng a bajêr tê dîtin, xwedî rengekî estetîk be, Midûriyeta Park û Baxçeyan li herêmê paralelî bi nûkirina eşyayên bajaran dest bi xebatên peyzajê kir.

Ekîbên ku ewil xebatên binesaziyê yên li qadên hêşîn ên Kolana Gaziyê bi dawî kirin, paşê jî wê qadên ku hatine çêkirin bi cûrbecûr nebatan bixemilîne.

Midûriyeta Park û Baxçeyan dê xebatên xwe yên peyzaj û nûkirina mobîlyayên kolanan li seranserê bajêr bidomîne.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31