Ji Îtfaiyeya Amedê perwerdeya agirkujiyê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Haniyê û Amîrtiya Ewlehiya Pîranê perwerdeya şewatê da.

Midûriyeta Îtfaiyê ji bo xebatkarên ku li saziyên cemaweriyê dixebitin li ser sedemên şewatê, tedbîrên ku li hember şewatê bên girtin û li cihê şewatê çawa tevbigerin, perwerdeyê organîze dike.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Haniyê û Amîrtiya Perwerdehiyê ya Dîcleyê ji aliyê îtfaiyeyên ku di bin banê Midûriyeta Îtfayê de dixebitin ve perwerde hat dayîn.

Tedbîrên li hemberî şewatê hatin vegotin

Di çarçoveya perwerdeyê de, "Sedemên derketina şewatê, ji bo pêşîgirtina li şewatê çi divê bê kirin û tedbîr bên girtin, dema ku agir pê dikeve çi bikin û peywirên îtfaiyeyê" ji xebatkarên saziyên cemaweriyê re hat vegotin.

Her wiha perwerdekaran der barê alav û amûrên ku di şewatê de bên bikaranîn de agahî dan xebatkaran û di şewatên sinifa hişk, şil û gazê de bi awayekî pratîkî rêbazên destwerdanê bi kar anîn.

Midûriyeta Îtfaiyeyê dê xebatên organîzekirina bernameyên perwerdeyê bidomîne.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31