Karûbarê veguhestina belaş ji bo komên dezavantaj

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya nêzîkatiya şaredariya civakî de hatûçûna  navbajaran bêpere ji bo kesên dezavantaj dabîn dike.

Daxwaz li gorî daxwazên ku bi rêya xetên piştevaniyê yên "Diyar Masa" û "Alo 153" yên di nav Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Giştî de hatine wergirtin, têne nirxandin.

Daxwazên welatiyan ên ji hemû pêkhateyan hatin bicihanîn

Ekîb ji 15ê Nîsanê û vir ve ku derbarê pirsgirêkên çûnûhatinê de gelek daxwazên wan hebûn, ji bo pirsgirêkên welatiyan ên ji hemû pêkhateyan li ser mijarên cuda çareserîyê bibinin, dixebitin.

Tîm daxwazên takekesî yên gelek kesan dinirxînin, ji veguheztina nexweş û xizmên wan bigire heya veguheztina xwendekarên zanîngehê ber bi bajarê ku lê dixwînin, ji serdanên sersaxiyê heya daxwazên veguheztina werzîşvanan û veguhestina karkerên asê mane bo cîhên kar; Di heman demê de bi lez û bez ji bo daxwazên saziyan ên ji Sitargeha Jinan û Saziya Parastina Zarokan çareseriyê pêşkêş kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî daxwazan, lêçûnên bilêtên otobusên navbajaran ên welatiyên dezavantaj biryareke giring girt.

Di 25 rojan de 166 kesan ji serlêdanê sûd wergirt

Di vî warî de daxwazên 166 kesên dezavantaj bi dawî bû û di navbera 15ê Nîsanê û 10ê Gulanê de bêpere xizmeta veguhastina wan hat kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî daxwazên ku ji xeta piştevaniyê ya "Diyar Masa" û "Alo 153" hatine wergirtin, dê alîkariya welatiyan bidomîne.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31