Hevserok Bucak serdana Navenda Jiyanê ya Jinan kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Navenda Jiyanê ya Jinan a di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de kar dikin ziyaret kir.

Hevserok Bucak ewil çû Navenda Jiyana Jinê ya li Parka Koşuyoluyê. Bucak kursên xwendin û nivîsandinê û tekstîlê, salon û odeyên lîstikê ziyaret kir û der barê xebatên ku li navendê tên kirin de ji serokên yekîneyan agahî girtin. Bucak demekê bi perwerdekaran re sohbet kir û xebatên jinan saxtî kir. Bucak li salonên lîstikê bi zarokan yarî kirin.

Piştre Hevşaredar Bucak Navenda Jiyana Jinê ya Lalabey ziyaret kir. Bucak li vir xebatên perwerdekaran nirxand û ji hemû jinan re serkeftin xwest.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31