Xebatên nûkirina xêzikên rê dewam dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo li bajêr tora çûnûhatinê ya ewletir çêbike, li ser rê û xaçerêyan xebatên xêzkirina peyarê û tabelayê dimeşîne.

Midûriyeta Gihandinê xebatên xwe yên ji bo hatûçûneke bi ewletir a peya û wesayîtan li bulvar, kuçe û kolanan didomîne.

Ekîban xeta derbasbûna peyayan, îkonên "pêşî peya/pêşî peya" û sembolên "hêdî/hêdî" li Xaçerêya Çamlica ya Elezîzê û Xaçerêya Aram Tîgran a navçeya Baglarê nû kirin.

Sîstema termoplastîk

Di xebatan de boyaxa termoplastîk hate bikaranîn da ku xetên rê û sembol ji peya û ajokarên wesayîtan re çêtir û zelaltir xuya bibin.

Xebat dê dewam bikin

Li bulvar, kuçe û cadeyên ku asfalta wan temam bûye li seranserê bajêr xebatên xetên rê û sembolan dê dewam bikin.

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31