DÎSKÎyê li Gêlê çaksaziya pergala veguhestina avê kir

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser Gola Bendava Dîcleyê ya ku hewcedariya avê ya navenda navçeya Gêlê pêk tîne, pergala veguhestina avê û platforma meşê kir.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê, li tesîsa ku hewcedariya ava vexwarinê ya Gêlê dabîn dike, li ser platforma meşê û pergala girtina avê ya ku di encama bayê xurt de hilweşiyan, xebatên temîrkirinê kirin.

Bi midaxeleya ekîbên DÎSKÎyê taqozên ku hatibûn daxistin ji nû ve hatin bicihkirin û platform bi têlan hat rastkirin.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ'yê xebatan seh kir

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû li cihê xebatê lêkolîn kir û der barê xebatan de agahî ji ekîban girt. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Azîz Ozdogan û endamên meclîsa şaredariyên bajar û navçeyan bi Şerîfoglû re rûniştin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31