Hevserokan mazûvaniya koma bisiklêtê ya jinan kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, endamên Koma Bisîkletê ya Jinan a Amedê pêşwazî kirin û bi jinan re li bisîkletê geriyan.

Endamên Koma Bisîkletê ya Jinan a Amedê, serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn kir. Hevserokatiyê endamên koma bisiklêtê ku hatin avahiya xizmetê ya şaredariyê bi bisîklet û helmetên xwe qebûl kirin û li ser mijarên wekî rêyên bisîkletê yên li bajêr û teşwîqkirina jinan a bikaranîna bisîkletê nêrînên xwe dan hev.

Piştî civînê Hevserokan bi jinan re li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê li duçerxeyan siwar bûn û geriyan.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31