Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Gerînendetîya Şaxa Projeyan

Di navbera Amed û Rennesê de hevkarî bi hêztir dibe

Têkiliyên bajarên bira yên di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rennesê ya Fransayê de, bi hevkariya teknîkî ya di warê birêvebirina bermahiyên hişk de bi hêztir dibin. Şandeya Rennesê ku ji bo diyarkirina qadên nû yên xebata hevpar û pêşvebirina hevkariyê li gorî polîtîkayên jîngehê yên domdar hatibû Amedê, sîstema birêvebirina bermahiyên hişk a bajêr li qadê nirxand.

Bi çarçoveya têkiliyên bajarên bira yên ku ji salên dirêj ve di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rennesê ya Fransayê de hene, xebatên ji bo pêşvebirina hevkariya teknîkî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de şandeya teknîkî ya ji Şaredariya Rennesê hatî, ji bo sîstema birêvebirina bermahiyên hişk a Bajarê Mezin li qadê lêkolîn bike, ezmûnan parve bike û qadên xebatê yên ku di navbera her du şaredariyan de dikarin werin pêşxistin binirxîne, serdaneke teknîkî bo bajêr pêk anî.

Şandeya ku ji Rêveberê Beşa Têkiliyên Navneteweyî yê Şaredariya Rennesê Simon Letonturier, Rêvebera Beşa Birêvebirina Bermahiyan Marie Neuschwander û Berpirsê Tesîs û Ji Nû ve Bikaranînê Benoît Guigue pêk dihat, di çarçoveya bernameya serdanê de bi yekîneyên peywendîdar ên şaredariyê re hatin cem hev û li ser xebatên ku têne kirin agahî girtin.

Di navbera bajarên bira de parvekirina agahî û ezmûnên teknîkî

Di çarçoveya serdanê de tê armanckirin ku sîstema heyî ya birêvebirina bermahiyên hişk a Amedê ji aliyê teknîkî ve bê nirxandin, nimûneyên sepandinên baş bêne parvekirin û di rêgeza polîtîkayên jîngehê yên domdar de di navbera her du şaredariyan de qadên nû yên hevkariyê diyar bibin. Bi civînên ligel yekîneyên peywendîdar û lêkolînên li qadê, tê armanckirin ku têkiliyên bajarên bira bi xebatên hevpar ên di warê birêvebirina bermahiyan de bêne xurtkirin.

Sepandinên birêvebirina bermahiyan li qadê hatin lêkolînkirin

Şandeya ku di çarçoveya serdana teknîkî de serdana Serokatiya Beşa Guherîna Avhewa û Sifir Bermahî û Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê kir, li Peyasê di qada sepandina pîlot a cudaçêkirina bermahiyan û Navenda Anîna Bermahiyan a Peyasê de jî lêkolîn kirin.

Şandeyê her wiha tesîsên ji nû ve qezenckirin û bermahiyên rûnê, Tesîsa Bertarafkirina Bermahiyên Bijîşkî, Qada Bertarafkirina Bermahiyên Kolar/Kevir-Axê, Îstasyonên Veguhestina Bermahiyan ên Mêrdîn û Qerejdaxê û Tesîsa Biyogazê nirxandin. Di çarçoveya bernamê de Qada Depokirina Bermahiyên Çolê ya Dîcleyê, Îstasyona Veguhestina Bermahiyan a Erxeniyê û Mala Rojê ya Sumerparkê jî bûn cihên serdanê.

Di lêkolînên qadê de sepandinên ji bo komkirin, veguhastin, cudaçêkirin, ji nû ve qezenckirin û bertarafkirina bermahiyan hatin nirxandin. Kapasîteyên teknîkî yên tesîsan, derfetên binesaziyê û pêdiviyên ji bo pêşvebirina sîstema heyî hatin girtin dest.

Ji bo birêvebirina bermahiyan a domdar armanca xebata hevpar

Piştî lêkolînên teknîkî tê armanckirin ku çavdêrî û nirxandinên qadê yên şandeya Rennesê li gel yekîneyên peywendîdar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bêne gotûbêjkirin. Bi van nirxandinan tê armanckirin ku di navbera her du şaredariyan de di warê birêvebirina bermahiyên hişk de xebatên hevpar ên ku dikarin werin pêşxistin diyar bibin.

Di vê rêgezê de dê derfetên hevkariyê di sernavên cudaçêkirina bermahiyan li ser çavkaniyê, pêşvebirina sepandinên vezîvirandin (gerandina bo bikaranînê) û ji nû ve bikaranînê, baştirkirina binesaziya birêvebirina bermahiyan, zêdekirina kapasîteya xebatkarên teknîkî û bihêzkirina xebatên hişyariya jîngehê de werin nirxandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan