Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Arizeya li xeta avê ya Erxaniyê zû hat çareserkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, demeke zû arizeya di xeta avê ya Erxaniyê de peydabûyî çareser kir.

Ekîbên bi ser Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ), li kîlometra 4’ê ya boriya xeta avê ya navçeya Erxaniyê arizeyek tespît kir.

Ekîban, ji bo çareserkirina vê arizeyê bi şev dest bi xebatê kir, rêjeya ava di depoyan de seh kir û destê sibê saet li dora 04.00’ê ava di borîyan de veguhast.

Ekîban ji bo şêniyên navçeyê zêde ji ber birîna avê tengav nebin zûzûka pirsgirêk çareser kir û piştî helkirina arizeyê saet li dora 09.00’ê av berda navçeyê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan